HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlaya bi navê Şaciwan Amanc (Rûheyv) di 27'ê Cotmeha 2019'an de li herêma Qendîlê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, eşkere kir.

HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
6 ÇILE, 2020   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlaya bi navê Şaciwan Amanc (Rûheyv Ronahî) di 27'ê Cotmeha 2019'an de li herêma Qendîlê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 27'ê Cotmeha 2019'an de li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Şaciwan Amanc (Ruheyv Ronahî) şehîd bû:

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rûheyv Ronahî

Nav û paşnav: Şaciwan Amanc

Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye

Navê dayikê: Seyran

Navê bav: Amanc

Cih  û dîroka şehadetê: 27'ê Cotmeha 2019'an / Qendîl

Hevala me Rûheyv Ronahî li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bi bandora têkoşîna PKK'ê ya li dijî dagirkeran û felsefeya Rêber Apo ku afirînerê vê tevgerê ye, hevrê Rûheyv di sala 2017'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Rûheyv ku bi çanda civaka jê hatî mezin bû, bi perwerdeya îdeolojîk a PKK'ê xwe kir gerîlayeke şareza. Hevrê Rûheyv bi fedakariya xwe ya li nava jiyanê bû çavkaniya moralê ji hevrêyên li derdora xwe re û li her qada jiyanê mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengê herî baş pêk anî. Hevrê Rûheyv ku li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşiya, dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li Başûrê Kurdistanê ti carî qebûl nekir. Hevrê Rûheyv heta kêliya ku şehîd bibe bi rengê fedayî wezîfeyên xwe bi awayekî serketî bi cih anî.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya xwe Rûheyv a şehîd bûye em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala şehîdan a têkoşînê bi ser bixînin."