Lêkolînerê Karûbarê Îranê:Kuştina Sulêmanî derbe li berjewendiyên Îranê xist

Lêkolînêrê Karûbarê Îranê Dr.Hanî Silêman got: “Amerîkayê bi kuştina  Sulêmanî re derbe li serweriya Îranê xist. Ji ber vê yekê dê bersiva Îranê jî li dijî berjewendiyên Amerîkayê be.”

Lêkolînerê Karûbarê Îranê:Kuştina Sulêmanî derbe li berjewendiyên Îranê xist
6 ÇILE, 2020   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN - AZAD SEFO

Piştî DYA`yê cîgirê serokê Desteya Heşd El-Şabî Ebû Mihdî El-Muhendis û fermandarê Feyleq El-Qudisê yê Pasdarên Şoreşger ên Îranê Qasim Sulêmanî roja înê bi moşekekê nêzî balafirgeha Bexdadê kuştin, têkiliyên DYA`yê û Îranê aloz bûye.

Derbarê aloziya têkiliyên Amerîka û Îranê û bandora kuştina Qasim Sulêmanî li ser rejîma Îranê, ajansa me hevdîtin bi Lêkolînerê Karûbarê Îranê û Mudîrê Rêveberiya Navenda Erebî ya Lêkolînan Dr. Hanî Silêman re çêkir.

Hanî Silêman wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez bawerim kuştina Sulêmanî dê bandoreke tund li qonaxa bê bike. Ji ber Sulêmanî fermandarekî ne ji rêz bû, xwedan karînên cuda bû, anku di berfirehkirina oparasyonên Îranê de xwedan rol bû û girîngiya wî ne kêmî ya Ruhanî bû. Li gel vê yekê bi dewletên herêmî re xwedan têkilî bû û li hundirê Iraqê, Sûriyê û hin dewletên din milîs ava kirin. Ji ber rola Sulêmanî ez nabawerim Îranê bê deng bimîne, nexasim ku kiryara Amerîka ya vê carê berovajî stratejiya Amerîka ya nû ye û yekser bi hesabên Îranê ve girêdayî ye.”

Têkildarî bersivdayîna êrîşê Hanî Silêman wiha axivî: “Ez bawerim wê bersiv di demeke nêz de bê dayîn. Isbata vê jî DYA`yê ji bo parastina berjewendiyên xwe li Lubanê bike, hêzên taybet şand û milîsên Îranê jî li Iraqê amadekariyên tolhildana kuştina Sulêmanî dikin.”

Hanî silêman bal kişand ser aloziya demê û got: “Heke bersiv hebe dê yekser berjewendiyên hevdu bikin armanc û dibe ku milîsên Îranê leşkerên Amerîkayayê bikin armanc.”

 

Têkildarî rewşa hundirîn a Îranê Hanî Silêman wiha got: “Di demên dawîn nakokiyên hundirîn ên Îranê derketibûn. Pasdarên Şoreşger û Xamînî dixwestin li dijî Washingtonê şer bikin. Lê Ruhanî û Zerîf dixwestin nakokiyan bi awayekî siyasî çareser bikin. Agahiyên derbarê civîna li Dêrazorê yan jî Sulêmanî plana êrişeke li dijî hêzên Amerîka dikir, ji wan re hatine. Ji ber vê yekê ez bawerim ji bo civaka navdewletî û nexasim ku madeya 219`an Sulêmanî û milîsan wekî terorîst bi nav kiriye, sedemên DYA`yê mumkin in.”

Hanî Silêman wiha pê de çû: “Kuştina Sulêmanî bandoreke mezin li Îranê û têkiliyên wê kir û di encamê de niha Îran di ferqa çawa nikarîbû fermandarekî wekî Qasim Sulêmanî biparêze de ye. Kuştina Sulêmanî dê bandorê li serweriya Îranê û qada hundirîn a siyasî jî bike, li gel vê yekê bandora Sulêmanî li Helebê û li Ebû Kemal heye. Nexasim dema bi fermandarên oparasyonên rûsî re Ebû Kemal rizgar kir. Lewma kuştina Sulêmanî dê dawî li serweriya Îranê li Sûriyê bîne.”

Her wiha Lêkolînerê Karûbarê Îranê projeya Hizbullah a nû li Sûriyê kifş kir û got: “Kuştina Sulêmanî tê wateya dawîkirina projeya Hizellah jî û ez bawerim ev hemû di nava gefan de ne. Lewma pêwîstiya derbasbûna qonaxê û xweragirtina Feyleq El-Qudisê heye. Lubnan, Sûriyê û Yemenê rewşa wan aloz e, lewma ez bawerim demên pêş de dê rewşa wan baş bibe, her wiha di demên pêş de dê Îranê bersivê bide.”

Lêkolînerê Karûbarê Îranê Hanî Silêman wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Îranê xeta xwe berdewam dike lê Washingtonê dê rê nede û parastina berjewendiyên Amerîkayê bike. Lewma demên pêş de dê nakokî derbikevin û bandore li dewletên erebî jî bike.”

(eh)

ANHA