Heşd El-Şebî ji kîjan koman pêk tê û kî destekê dide wan?

Piştî ku rêveberiya Donald Trump hate ser kar, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn polîtîkaya xwe guherand û di van rojên dawîn de jî li Iraqê gavên tund diavêje. DYA, êdî Heşd El-Şebî dike hedef ku heta du sê sal bere jî li dijî DAIŞ’ê pê re tev digeriya.

Heşd El-Şebî ji kîjan koman pêk tê û kî destekê dide wan?
6 ÇILE, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema avabûna xwe ve bandora Îranê ya li ser Heşd El-Şebî dihate zanîn û di van çend rojên dawîn de êrîşên DYA’yê yên li dijî wê balkêş in. DYA’yê di 2’yê Çileyê de êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya li Bexdayê kir û di êrişê de fermandarê Hêzên Qudsê (Feyleq El-Quds) ya girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê (Pasdar) Qasim Suleymanî û fermandarekî Heşd El-Şebî Mehdî El-Muhendîs hatin kuştin.

Di 3’yê Çileyê de jî li bakurê Bexdayê li dijî Ketîbeyên Îmam Elî yên girêdayî Heşd El-Şebî û li Iraq û Sûriyê gelek komên Heşd El-Şebî êriş pêk hatin. 

DYA’yê heta çend sal berê jî li dijî DAIŞ’ê bi Heşd El-Şebî re dixebitî, dema ku li gorî destûra Iraqê fermî jî bû, bê deng ma û têketina wan a hilbijartinên Iraqê jî erê kir. Lê belê DYA çima niha Heşd El-Şebî dike hedef?

Her wiha piştî referanduma li Başûrê Kurdistanê hiştin ku Heşd El-Şebî êrişî Kerkûkê bike.

Başe Gelo Heşd El-Şebî kî ye?

AVABÛNA HEŞD EL-ŞEBÎ

Di sala 2014’an de li Iraqê DAIŞ derkete holê û gelek deverên Iraqê yên sunnî lê dijîn, kontrol kirin. Li ser vê yekê di 3’yê Hezîrana 2014’an de lîderê olî yê şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî banga cîhadê li şîeyên welêt kir. Piştî vê yekê hêzên Heşd El-Şebî dest bi xwebirêxistinkirinê kir.

Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî El-Malîkî diyar kir ku dê meaş bidin kesên ku tev li vê hêzê dibin û bi desteka leşkerî ya Îranê re jî Heşd El-Şebî di demeke kin de xwe bi rêxistin kir û dest bi tevgera li dijî DAIŞ’ê kir.

Desteka çek, lojîstîk û fînansmaniyê bi rêjeyeke zêde Îranê dida Heşd El-Şebî û perwerdeya wê jî Hêzên Qudsê pêk dianî ku wek hêza operasyonên derve ya Muhafizên Şoreşê yên Îranê tê zanîn. Heta Qasim Suleymanî di operasyonên li wîlayeta Enbarê de bi xwe fermandariya Heşd El-Şebî kir.

Heşd El-Şebî bi artêşa Iraqê re li Ramadî, Fellûce, Tîkrît, Mûsil, Tilafer ve Şengalê tev li operasyonan bû û di 26’ê Mijdara 2016’an de parlamentoya Iraqê qanûnek derxist û pê Heşd El-Şebî bû “hêza fermî ya parastina Iraqê”.

Piştî ku Heşd El-Şebî statûyeke fermî jî qezenc kir, zêdetir mezin bû. Gelek endamên kom, eşîr û  terîqetên şîeyan tev li vê hêzê bûn. Li gorî texmînan hejmara hêzên ku bi navê Heşd El-Şebî tev digerin, 200 hezar e.

Heşd El-Şebî ji nêzî 70 koman pêk tê û li milekî rêxistinên alîgirên Îran, Hizbullah û El-Malîkî hene. Li milê din jî rêxstinên alîgirên Muqteda Es-Sedr hene ku xwe hinekî dûrî Îranê digire. 

KOMÊN SEREKE YÊN DI NAVA HEŞD EL-ŞEBÎ DE

Muqteda Es-Sedr bi giştî siyaseteke “İraqî” dimeşîne û piştî ku Mûsil hate girtin, diyar kir ku hinek komên di nava Heşd El-Şebî de “ji kontrolê derketine” û destnîşan kir ku vê hêzê mîsyona xwe temam kiriye û divê êdî were feshkirin.

Her çend navên Tugayên Bedrê, Esaîb Ehlûlheq, Ketîbeya Hizbullahê, Tugayên Elî Ekber û Ensar El-Meciyye derkevin pêş jî, di nav Heşd El-Şebî de zêdetirî 70 rêxistin hene.

Pêşengiya rêxistinên nêzî Îranê, Tugayên Bedrê dike û gelek rêxistinên nêzî Es-Sedr jî, ji nav kevnaşopiya ‘Artêşa Mehdî’ tên.

Piştî êrişên dawîn ên DYA’yê Îran sondên tolhildanê dixwe û Muqteda Es-Sedr jî bang kir ku ‘Artêşa Mehdî’ ji nû ve were berhevkirin.

Komên sereke yên di nava Heşd El-Şebî de wiha ne:

Tugayên Bedrê: Di nava Heşd El-Şebî de rêxistina herî xurt û kevn e.

Di dema şerê Îran-Iraqê de (di navbera salên 1981 û 1988’an de) serkêşê rêxistina ku li ser navê Îranê li dijî rejîma Sedam Huseyîn şer dikir Hadî El-Amîrî (Hadî Amîrî wezîrê veguhastinê yê berê yê Iraqê û serokê Rêxistina Bedr e ku milê leşkerî yê Konseya Iraqê ya Bilind a Îslamî (SIIC) ye.) hebû ku li gel Qasim Suleymanî têkiliyên xwe yên xurt hebûn. 

Tugayên Bedrê yên bi serkêşiya El-Amîrî ku ji dema şerê Îran-Iraqê ve hêza xwe ya çekdarî hebû, di sala 2008’an de ragihand ku çek danîne û êdî bûye partiyeke siyasî lê belê di sala 2014’an de dîsa çek rakirin.

Di hilbijartinên sala 2010’an de di Partiya Dewleta Qanûnê ya Malîkî de parlamenterî kiribû.

Tugayên Bedrê li hemû deverên Iraqê aktîf e û nemaze li wîlayetên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê aktîftir e.

Esayîb Ehlûlheq: Ev kom ji Artêşa Mehdî ya Muqteda Es-Sedr qetiya û berovajî Artêşa Mehdî, têkiliyên wê yên xurt bi Îranê re hene. Ev rêxistin li Necef, Kerbela û Bexdayê xebatan dimeşîne û serokê wê jî Qeys El-Xezalî ye.

Vê rêxistinê di êrişên Kerkûk û Xurmatûyê de di eniyên pêş de cihê xwe girtibû û tê de komên çekdar ên Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) ya girêdayî Tirkiyê jî cihê xwe digirin.

Ketîbeya Hizbullahê: Di dema mudaxeleya DYA’yê ya sala 2003’yan de vê komê bi navê ‘Artêşa Muxtar’ xwe bi rêxistin kir û piştre eşkere kir ku ji lîderê olî yê Îranê Elî Xamaney re bîat kiriye.

Ev rêxstin li tevahiya Iraqê aktîf e û nemaze ji nava Tirkmenan ji xwe re sempatîzanan peyda dike.

Ketîbeya Seyyîdul Şûheda: Serokê vê rêxistinê Hecî Ebû Ala ye û bi nêzîkatiya xwe ya ji Hizbullahê re tê zanîn û sonda dilzosiya bi Xamineyî xwaribû.

Tugayên Xorasanê: Jêderka vê rêxistinê Îran e û tê diyarkirin ku fermandarên wê jî ji Îranê ne.

Saraya El-Selam: Ev rêxistin bê nêzîkatiya xwe ya li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî tê zanîn û di serî de Samarra û Necef, li gelek deverên welêt aktîf e. Bi desteka Muqteda Es-Sedr di sala 2014’an de hatibû avakirin.

Her wiha komên di nava Heşd El-Şebî de carinan ji hev vediqetin an jî endamên komekê derbasî nav komeke din dibin.

ANHA