Şîraz Hemo: Kongreyên wiha giring in

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrîna dagirkirî Şîraz Hemo  îşaret bi encamên kongreyê navdewletî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin, kir û got: “Kongreyên wiha pir giringin.”

Şîraz Hemo: Kongreyên wiha giring in
6 ÇILE, 2020   05:35
ŞEHBA-CAFER CAFER

Tê zanîn ku kongreyê navdewletî yê piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê/Rojava li avahiya Yekîtiya Ewropa anku li paytexta Belçîka, Brukselê di 11 û 12 Kanûna derbasbûyî de hate lidarxistin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parlamantorên Ewropa, nûnerên Civaka Sivîl, siyasetmedar û hin rojnemevan beşdarî kongreyê bûn.

RÊVEBERIYA XWESER BANGA ÇARESERIYA SIYASÎ DIKE

Dema Şîraz Hemo vegeriya kantona Şehbayê wiha got: “Di demeke ku pêşdeçûn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî rû didin. Têkiliyên me di qada siyasî û diplomatik nesekinîne her wiha têkoşîn û berxwedana gelan jî nesekinîye.”

Şîraz bal kişand ser girîngiya çareseriya siyasî û got: “Qada leşkerî aloziya Sûriyê gur kir û Rêveberiya Xweser jî çareseriya siyasî baştir dibînin.”

Têkildarî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê Şîraz got: “Derbarê dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re me gelek hevdîtin kirine, nexasim lidarxistina kongreya navdewletî ya piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê/Rojava bû. Kongre di demê ku êrişên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in hat lidarxistin û ev jî gaveke girîng bû.”

ŞERMEZARKIRINÊN ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK BERDEWAM IN

Di kongreyê de nîqaşên stratejîk diyar û zelal bûn, anku  nîqaşên wekî şermezarkirinên êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bikaranîna çekên qedexekî, bikaranîna dewleta ji îslama siyasî re derketin holê.

Şîraz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Xalên herî girîng ku di kongreyê de hatin nîqaşkirin, bikaranîna Tirkiyê ji dosya penaberan re. Piştgiriya terorsîtan, stratejiya Tirkiyê li herêmê, kiryarên li cîhana erebî dide meşandin û binpêkirina qanûnên anvdewletî bûn.”

Şîraz Hemo wiha encamên kogreyê bi bîr  xist û wiha pê de çû: “Êrişên artêşa Tirk hatin şermezarkirin. Dewleta Tirk divê ji tevahiya xaka Sûriyê derbikeve. Welatî li malên xwe vegerin, çeteyên DAIŞ`ê li dadgeha herêmê werin cezakirin. Kesên sûcên şer pêk anîne divê werin cezakirin û hesab ji Erdogan were xwestin ku jin dikirin armanc.”

KAR Û XEBATÊN DÎPLOMATÎK BERDEWAM IN

Şîraz Hemo  di dawiya axaftina xwe de wiha anî  ziman, kar û xebata ji bo çareseriya aloziya Sûriyê berdewam in û dê komîteyek ava bibe. Şîraz got: “Da ku rewşê bişopînin û dosya ji parlamantoya Ewropa re pêşkêş bike. Hesabên êrişên artêşa Tirk li sr herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwazin, lewma tê  pêşbînkirin ku gelek rûniştinên wiha li dar bikevin.”

(eh)

ANHA