Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin

Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê panelek li dar xist. Rewşenbîran bang li partiyên siyasî kirin ku kongreya neteweyî ya kurdî lidarbixin.

Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê panelek ji bo nirxandina rewşa herêmê hat lidarxistin
5 ÇILE, 2020   17:59
HESEKÊ

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Dibêsiyê panelek li Navenda Çand û Hunerê ya navçekya Dibêsiyê ya kantona Hesekê lidar xist.

Endamên saziyên civaka sivîl, şandeyek ji Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û nûnerên hejmarek partiyên siyasî yên Kurd tev li panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Yekitiya Rewşenbîran şaxê Dirbêsiyê Ehmed Silêman axivî û behsa pêşketinên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin kir.

Di beşa yekemîn a panelê de endamê Buroya Siyasî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî axivî û destnîşan kir ku gelek dewletan mudexeleya Sûriyê kir ji bo ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin. El-Elî destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di diyaloga Sûrî-Sûrî de bi tevlibûna tevahiya nûnerên gelê Sûriyê pêkane.

Ji aliyê xwe ve endamê Buroya Siyasî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Sîda behsa hebûna amerîkî û rûsî li herêmê, dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Sîda sedema hebûna van hêzan li Sûriyê vegerand ku tu niyet û hêza Rejîmê tune ye aloziya Sûriyê çareser bike. Gelê Sûriyê bûye qurbana nakokiyên van hêzên derve. Sîda teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike hêzên kurdî yên ku projeya çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kirine, têk bibe. Her wiha armanc dike demografiya herêmê biguhere.

Di beşa duyamîn a panelê de endamê Buroya Siyasî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Sîda, endamê Buroya Siyasî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî, endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk Silêman Xelîl û hevseroka Yekitiya Rewşenbîran şaxê Dirbêsiyê Emel Hemo girêdayî pêwîstiya yekrêziya refa kurdî axivîn.

Axaftivana di vê beşê de girîngiya pêvajoya herêm tê re derbas dibe destnîşan kirin û diyar kirin ku ev pêvajo girîngiya yekrêziya refa kurdî li hember êrişan  zêde dike.

Her wiha bal kişandin ser ku pêwîste partiyên siyasî berjewendiyên xwe yên partiyetî bidin aliyekê û berjewendiya gelê bidin pêş. Her wiha bang li tevahiya Aliyan kirin ku li ser masaya diyalogê rûnin.

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin da ku nêrînên xwe girêdayî mijarên panelê vebêjin.

(şx)

ANHA