‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘

Endama Koordînasyona Kognreya Star Asya Abdullah got: " Ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê keda şehîdan. Divê her kes xwedî li şehîdan derkeve û destkeftiyên bi xwîna wan hatin qezenckirin biparêzin."

‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘
‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘
‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘
‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘
‘Bi berxwedanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe‘
5 ÇILE, 2020   18:38
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cangoriyên azadiyên yên mehên Çile, Kanûn, Cotmeh û Mijdarê  yên di nava tevgera rizgariya Kurdistanê, YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şehîd bûne, têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez , Fîdan Doxan û noçegihanê ajansa me(ANHA) Hogir Mihemed  bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî: " Eger îro li ser axa Bakur Û Rojhilatê Sûriyê aramî, aşîtî, jiyanek hevbeş, sîtemeke demokratîk heye ev hemû berhemên keda şehîdan e. Eger li ser vê axê paytexta DAIŞ`ê têk çû û mirovahî hat parastin encamê ked û berxwedana şehîdan e. Ji ber wê em deyndarê şehîdan e."

Asaya Abdullah destnîşan kir ku şehîdan dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin û bi xwîna nirxên mirovahiyê parastin.

Asaya Abdullah di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ku dewleta Tirk a ku hewl dide DAIŞ‘ê têk neçe, piştî têkçûna  DAIŞ‘ê ji aliyê QSD‘ê ve dest bi êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin da ku tola DAIŞ‘ê hilîne û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin têk bibe

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de got: "Çawa em bi saya şehîdan li hemberî DAIŞ‘ê bi serketin, em ê bi berxwedana YPG, YPJ û QSD‘ê dagirkeriyaTirk a li ser xaka xwe têk bibin."

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA