Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist

Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê bi dirûşmeya ‘Bi giyana ciwanên şoreşgerên neteweyî wê neteweya demokratîk biserkeve’ li dar xist ji bo ku xebatên meclisê yên sala 2019`an  nîqaş bike û plansaziya sala nû deyne.

Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
Meclisa Ciwanan a Tebqayê civîna xwe ya salê lidar xist
5 ÇILE, 2020   17:14

Meclisa Ciwanan a Reqayê, Meclisa Ciwanan a Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan a Tebqayê tevî bi dehan saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl ên girêdayî herêma Tebqayê tev li civînê bûn. Civîn li Akademiya Jin a Tebqayê lidar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Desteya Siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Mihemed axivî û rewşa siyasî bi giştî şîrove kir.

Piştre belgefîlmek kurt girêdayî karên Meclisa Ciwanan a Tebqayê û Reqayê di sala 2019`an de hate pêşendan.

Piştre hevseroka Meclisa Ciwanan a Tebqayê rapora salê ya meclisê xwend. Di raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên meclisê di sala 2019`an de hate şîrovekirin. Her wiha pêşniyar ji bo sala bê hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de endama rêveber a Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê daxuyanî da. Di daxuyanî de erkên ku wê Meclisa Ciwanan a Reqayê pêk bînin destnîşan kirin. jê yên herî girîng vekirina dewreyên fikrî ji bo ciwanan, dayîna semîneran girêdayî xeteriyên madeyên hişbirê. Tevî vekirina klubên werzîşê ji bo çîna ciwanan.

(şx)

ANHA