Brîtanyayê banga dûrketina ji şer kir

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab got fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, çavkaniya gefên li herêmê bû. Her wiha fermandarê artêşa Îranê Seyîd Abdurehîm Mûsewî got li gel Trump cesareta pêkanîna gefên xwe tune ye.

Brîtanyayê banga dûrketina ji şer kir
5 ÇILE, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab îro da zanîn ku pêketina şer li Rojhilata Navîn ne li gorî berjewendiya tu aliyekî ye û got tenê pêdivî bi kêmkirina nakokiya li Rojhilata Navîn heye.

Li gorî Reutersê, Raab wiha destnîşan kir: "Rê li pêş Îranê ji bo derbasbûna li dîplomasiya biwate, vekiriye."

‘CESARETA TRUMP TUNE YE KU GEFÊN XWE PÊK BÎNE’

Têkildarî mijarê, fermandarê artêşa Îranê Abdurehîm Mûsewî, gefên serokê Amerîkayê yên hedefgirtina 52 nuqteyên Îranê ku berjewendiya Amerîkayê li herêmê rastî êrişên Îranê hat, bê wate hiştin.

Mûsewî diyar kir ku li gel Trump ew cesareta pêkanîna gefên xwe di şerekî muhtemel de, tune ye. Mûsewî îdia kir ku Trump van gefan ji bo nixûmandina sûcê kuştina Suleymanî dixwe.

(fr)