Dagirkeriya dewleta Tirk gundê El-Faris veguherand baregeheke leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê El-Faris ê bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi darê zorê ji malên wan derxistin û gundê wan veguherand baregeheke leşkerî.

Dagirkeriya dewleta Tirk gundê El-Faris veguherand baregeheke leşkerî
5 ÇILE, 2020   11:25
EYN ÎSA- ŞERVÎN MUSTEFA

Artêşa Tirk a dagirker hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha destdirêjiyê li cihên sivîlan û milkên çandî û yên sivîl dike ku li gorî peymana Lahey a sala 1954’an tê qedexekirin. Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran şênî dan koçberkirin û dibistan veguherandin baregehên leşkerî. Her wiha şêniyên gundan jî koçber kirin û gundên wan kirin baregehên leşkerî.

Li kêleka rêzebinpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine, artêşa Tirk gundê El-Faris ê 21 km li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê, veguherand baregeheke leşkerî.

Ajansa me tevgera artêşa Tirk a li derdorê gundê El-Faris ku artêşa Tirk li derdorê wê satir û mewziyên leşkerî çêkirine, şopand.

Çavkaniyên taybet ji herêmê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gund tevî dibistana wê kir baregeheke leşkerî û leşkerên xwe lê bi cih kirin. Her wiha diyar kir ku tevgera leşkeran di saetên êvarê de zêde dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê di 18`ê Adara 2018 de, hin gund bi temamî rûxandin û dibistan û malên şêniyên kirin baregehên leşkerî ji bo çeteyên xwe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gJH0jivg8fs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>