Kongreya Star bang li rêxistinên hiqûqî kir: Zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê rake

Buroya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bang li kesayetên serbixwe û rêxistinên hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rake.

Kongreya Star bang li rêxistinên hiqûqî kir: Zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê rake
5 ÇILE, 2020   10:56
HELEB

Ji 15’ê Sibata 1999’an ve, dewleta Tirk tecrîd li dijî rêber Abdulalah Ocalan ferz kiriye. Siyaseta dewleta Tirk der barê tecrîdkirina Ocalan de li tevahî parçeyên Kurdistanê û ji aliyê sazî û kesayetên serbixwe li tevahiya cîhanê ve rastî şermezarkirinê tê.

Di çarçoveya şermezarkirina bênavber a tecrîdê de buroya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê îro daxuyaniyek weşand.

Endamên Kongreya Star, tevahî buroyên jinan ên meclisên taxê û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêş Buroya Meclisa Sûriya Demoratîk a Şêxmeqsûd a rojhilat, hat dayîn.

Rêvebera Buroya Têkiliyan a PYD’yê Selwa Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Zêdetirî 20 salan e hikumeta Erdogan tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Da ku gelê berxwedêr ê ku hêz, fikr û felsefeya xwe ji rêber digire, dûr bixe. Her wiha jî nahêle parêzerên Ocalan û desteya HDP’ê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Hedefa bingehîn ji tecrîdê, felckirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê û şikandina berxwedana gelê me ye.

Lê fikra Ocalan di nava tevahî gelên azadîhez û demokratîkhez de û her wiha jî di nava gelên ku azar ji modela dewleta qewmî û navendî kişandine de jî, belav bûye.

Di dawiyê de, em bang li rêxistinên hiqûqî, kesayetên serbixwe û aştîhez dikin ku bi erkên xwe li hember rêberê neteweyî rabin û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku wî serbest berdin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oy6hCW47XNE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>