Li dijî hêzên Koalîsyonê yên li Iraqê 2 êriş pêk hatin

Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê ragihand ku roja şemiyê 2 êriş li dijî 2 baregehên Iraqê ku hêzên Koalîsyonê lê dimînin, pêk hatin. Koalîsyonê her wiha ragihand ku tu zirar negihîştiye hêzên wan.

Li dijî hêzên Koalîsyonê yên li Iraqê 2 êriş pêk hatin
5 ÇILE, 2020   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navneteweyî daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: "Şeva 4`ê Çileyê du êrişên bi moşekan li nêzî du baregehên Iraqê li Bexdayê ku hêzên koalîsyonê lê dimînin, pêk hatin. Bi vê yekê hejmara êrişên ku di du mehên derbasbûyî de pêk hatine, dibe 13."

Her wiha diyar kir ku di êrişan de 2 welatiyên Iraqê birîndar bûne.

Piştî kuştina fermandarê Heşd El-Şebî Ebû Muhdî El-Muhendis û serokê Feyleq El-Quds ya girêdayî hêzên Pasdarên ên Îranê Qasim Suleymanî di êrişeke balafirên Amerîkayê li dijî kerwanê erebeyên wan li nêzî balafirgeha Bexdayê ya navdewletî sibeha roja înê, gefên komên Hizbullahê ya Iraqê li dijî hêzên Amerîkayê zêde bûn.

(cx)