Li Reqayê projeyeke din a serayan

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi projeyeke çandiniyê ya serayan kir ku tê de 15 jin dixebitin.

Li Reqayê projeyeke din a serayan
Li Reqayê projeyeke din a serayan
Li Reqayê projeyeke din a serayan
Li Reqayê projeyeke din a serayan
Li Reqayê projeyeke din a serayan
5 ÇILE, 2020   10:44
REQA - RUBA EL-ELÎ

Ji 20 rojan ve Komîteya Jinan dest bi projeya sera (malên plastîk) li herêma hikumî ya bajarê Reqayê kir da ku aboriya jinan bê xurtkirin. Ev projeya seraya sebzeyan a duyemîn e ku li herêma hikumî ya Reqayê pêk tê.

Yek ji xwediyên zeviyên çandiniyê yên li herêma hikumî, parçeyek zevî bi rûbera 5 donim da Komîteya Jinan da ku projeya xwe pêk bînin. Proje ji 3 serayan pêk tê û 15 jin li ser çavdêr in.

Li aliyekî din jî 5 rêveber çavdêriyê li ser mekanîzmaya rêveçûna projeyê dikin, pêdiviyan dabîn dikin û çavdêriya giştî dikin.

Der barê projeyê de Emîne Mehmûd ku yek ji çavdêran e, wiha da zanîn: "Me hemû pêdiviyên serayan, ji xertûmên avê, komir, alava pîvana germahiyê û madeya mazotê dabîn kirin."

Emîna Mehmûd li ser cureyên tovan ên ku hatine belavkirin jî wiha got: "Komîteyê, tov ji cureyên xiyar, xes û firingî dan me. Li her serayekê 103 ton hatin çandin. Ji saet 6’ê sibehê heta 3’yê berêvarê tê de dixebitin û paqij dikin."

Dê dahata berhema projeyê li jinan bê belavkirin.

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aGYlSZTwhwI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>