Şirketa Kehrebê projeyên sala 2019‘an pêk anîn

Şirketa Kehrebê ya Minbicê hemû projeyên di plansaziya 2019‘an de danîbûn bi cih anî û dest bi projeya yekem a sala 2020‘an kir.

Şirketa Kehrebê projeyên sala 2019‘an pêk anîn
Şirketa Kehrebê projeyên sala 2019‘an pêk anîn
Şirketa Kehrebê projeyên sala 2019‘an pêk anîn
5 ÇILE, 2020   08:16
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Piştî kedeke mezin Şirketa Kehrebe ya Minbicê bi kargehên xwe yên sererastkirina stasyonan, kargehên sereatkirina navîn û kehrebe navîn a nobedariyê kehrebe bi rêya terensên ampîran di nava 24 saetan de da bajêr û gundewarê wê.

Ji bo kehrebeya ku ji bendavê tê, saetên danê li gorî hêza terens e rojane di navbera 6 heta 8 saetan kehrebê dide.

Der barê pirsgirêkên ku li pêşiya Şirketa Kehrebê ya Minbicê derdikeve de Hevseroka Şirketa Kehrebeê Meha El-Elî got: “Ji pirsgirêkan qutbûna tore û xetên kehrebê, şewitandina teransan li navendên veguhestinê û pirsgirêkên tora navîn, qutbûna piran bi tore ne. Divê ev pirsgirêk bi teknîkî û koordîneya bi tevahî aliyên stasyonê û kargehên sererastkirinê werin çareserkirin.”

Meha anî ziman ku gelek welatî şîret û qanûnên taybet bi kehrebe bi cih nayînin.

Têkildarî projeyên hatin pêkanîn, Meha got: “Projeya veguhestin û guhertina teresan û dane kehrebe ji bo taxên bajêr projeyên destpêkê ne. Ji van projeyan terensê li çarxerêya Beraîm a rojavayê bajarê, du terens li taxa Serb, terensek li gundê Ewseclî yê Rojava hatin guhertin. Her wiha terensê gundê Ceb El-Neşaba hate guhertin û terenseke li Mezreya Xidir hate danîn û kehrebe gihand navenda êm a Methne."

 Meha El-Elî li ser projeyên şîrketê yên sala 2020‘an  destnîşan kir ku ku hêza terensê Hewatima ji 200 heta 400 were zêdekirin, heman tişt ji bo terensê navenda Esediyê ya rojhilatê bajêr, 15 navendên nû werin vekirin, her wiha projeya Firat û Ebû Qelqel û berfirehkirina xizmeta şîrketa kehrebe û pêkanîna banga şêniyan.

Meha El-Elî diyar kir ku ew hemû hewldanan dikin da ku tevahî bajar û gundên wê bi kehrebe werin zêde kirin û destnîşan kir ku wan tevahî projeyên sala 2019‘an pêk anîn û dest bi projeyên sala nû kirin.

Meha bal kişand ser zehmetiyên ku li pêşiya karê wan di sala 2019‘an de derdikevin kêmbûna madeyên sereke wekî kabil û sût û bûhabûna madeyan.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h6ePmE9nMa0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>