Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine

Du koçberên jin ên ji Serêkaniyê destnîşan kir ku kesên nêzî wan ji wan re dîmen û qeydên deng şandine û gotin malên wan hatine talankirin, çeteyan malbatên xwe têde bi cih kirine. Her du jinên koçber wiha gotin:"Piştî ku çete ji Serêkaniyê derkevin, daxwaza me ya tekane ku em li warê xwe vegerin."

Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
Koçberên jin: Ji me re gotin çeteyan malên we talan kirine
5 ÇILE, 2020   08:22
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Di encama êrişa dewleta Tirk de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya domdar zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmên sînor ber bi herêmên di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de koçber bûn.

Ji ber hejmara mezin a koçberan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend ji bo pêşwazîkirinê vekirin, tevî Kampa Waşokanî ya ku bi 12 km li rojavayê navenda bajêr e û zêdetirî 5 hezar û 700 koçber di kampê de dimînin.

Koçberan di navendan û Kampa Waşokanî de li gel kêmasiyên di gelek pêdiviyên rojane de ji xwarin, cil û amûrên germkirinê û paşguhkirina rêxistinan rewşên mirovî yên dijwar dikêşin. Tenê Rêveberiya Xweser û Rêxistina Heyva Sor a Kurd destekê pêşkêş dikin.

Koçbera bi nave Ezîza Tewfîq ji Serêkaniyê ye û di navendekê de li bajarê Hesekê dimîne. Ezîza diyar kir ku rewşa wan di nav navendan de dijwar e û destnîşan kir ku daxwaza wan a tekane piştî çete ji warê wan werin derxistin, ku li mala xwe vegerin.

Malbata Ezîza ji 5 kesan pêk tê. Destpêkê ji bajêr derneketin û li ber xwe dan. Lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser sivîl kirin hedef û komkujî li dijî wan pêk anîn tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bûn.

Ezîza dibêje: "Piştî topbarana li dijî Serêkaniyê em koçber bûn û me berê xwe da bajarê Hesekê ji ber ewletir e. Rewşên me di navendan de zehmet e. Li gorî derfetên xwe alîkariya me dikin lê ne mîna ku tu li mala xwe be."

Ezîza di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku rewşa wan a madî xirab e. Nikarin cil û xwarinê ji zarokan re bikirin. Ji ber ku koçber bû beyî ku tu tiştî bi xwe re bibin.

Mîna bi sedan koçber çeteyan mala Ezîza talan kir. Di vê der barê de Ezîza wiha got: "Keseke nêzî me ji Serêkaniyê bi rêya qeydkirina deng ji min re got çeteyan mala min talan kirine û di mala min de malbatên xwe bicih kirine."

Di dawiyê de Ezîza got: "Piştî çete ji Serêkaniyê derkevin, daxwaza me ya tekane ku em li malên xwe, vgerin."

Koçbera bi navê Hala Muslim Îmam tevî malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê di navendekê de li bajarê Hesekê dimîne. Hala wiha anî ziman: "Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji ber tirsa li ser jiyana zarokan em neçarî koçberiyê bûn."

Hala wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî ku kesên nêzî me ji Serêkaniyê ji me re gotin çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê mala min talan kirine û şewitandine.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pHDV51VbdPM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>