Balafirên Lîbyayê hêzên El-Wîfaq bombebaran kir

​​​​​​​Îro di saetên sibê de balafirên artêşa Lîbyayê bi dijwarî baregehên komên girêdayî hêzên El-Wîfaq ên li Tacûra ya Terablusê, bombebaran kir.

Balafirên Lîbyayê hêzên El-Wîfaq bombebaran kir
5 ÇILE, 2020   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên sibê de balafirên artêşa Lîbyayê baregehên girêdayî hêzên El-Wîfaq ên li Tacûra ya rojhilatê Terablusê, bi dijwarî bombebaran kir. Bombebarana dijwar li ser navenda komên "El-Deman" û baregehên girêdayî koman ên li Bîr El-Esta ya Tacûra, pêk hat.

Êrişên artêşa Lîbyayê piştî ku berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku artêş û gel amade ne li hember êrişên Tirkiyê bisekinin, pêk hatin.

(bx)