Trump bersiva gefên Îranê da: Heke êriş kir, dê rastî derbeya mezin were

Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku ger DYA`yê rastî êrişan ji aliyê Tehranê ve were, wê Îran derbeyên mezintir bixwe.

Trump bersiva gefên Îranê da: Heke êriş kir, dê rastî derbeya mezin were
5 ÇILE, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi twittekê wiha got: "Heke Îranê dîsa êriş kir, dê rastî derbeya mezin ji ya berê zêdetir were."

Serokê Amerîkayê wiha lê zêde kir: "Heke Îranê êrişî baregehên Amerîkayê yan jî tu kesekî Amerîkî kir, em ê bê dudilî li dijî wê alavên leşkerî yên pêşketî bikar bînin."

Der barê bersivdana li ser gefên Îranê ya diyarkirina 35 nuqteyên Amerîkayê ku dê hedef bigire û Îsraîl jîde, Trump da zanîn ku Washington 52 nuqteyên Îranê diyar kirine ku Îranê tu amerîkiyan hedef girt, dê wan nuqteyan bike armanc.

Bersiva Trump piştî ajansa"Tesnîm" a Îranê li ser zimanê fermandarekî mezin di Pasdarên Îranê de ragihand: "Îranê dê amerîkiyan li ku derê dibe, bila bibe, li ser bersivdana kuştina Suleymanî, ceza bike", hat.

Li aliyekî din jî ji fermandarên Xulam Elî Ebû Hemza wiha anî ziman: "35 hedefên Amerîkayê yên zindî li herêmê hene û ji wê zêdetir jî Til Avîv heye ku di hedefa hêzên Îranê de ne.” Her wiha piştrast kir ku divê DYA û Îsraîlê her tim piştî kuştina Qasim Suleymanî di rewşeke metirsiyê de bin.

Li gor daxuyaniyên ku ajansa "Tesnîm"ê ragihandiye, Ebû Hemze diyar kir ku dibe êriş li ser keştiyên li Kendavê pêk werin û bal kişand ser ku ji mafê Îranê ye ku tolê ji DYA’yê li ser kuştina Qasim Suleymanî hilde.

(fr)