Washington û hevalbendên wê perwerdekirina hêzên Iraqê, rawestand

Serbazekî almanî yê payebilind eşkere kir ku DYA’yê û hevalbendên wê perwerdekirina hêzên Iraqê bi awayekî demkî piştî zêdebûna nakokiyan li ser kuştina Qasim Suleymanî rû daye, rawestand.

Washington û hevalbendên wê perwerdekirina hêzên Iraqê, rawestand
4 ÇILE, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serbazekî artêşa Almanyayê Irish Pfeiffer di nameya ku ji parlamentoya Almanyayê re şandiye, bi bîr xist ku DYA’yê û hevalbendên wê perwerdekirina hêzên Iraqê bi awayekî demkî rawestand.

Serbazê almanî wiha got: "Washington biryara zêdekirina asta parastina hêzên xwe yên li Iraqê belav bûne da.”

Irish Pfeiffer di nameya ji endamên Komîteyên Parastin û Têkiliyên Derve re şandiye, ya 3’yê Çileyê, wiha bi bîr xist: "Perwerdekirina hêzên ewlehî û hêzên çekdar ên Iraqê li tevahî Iraqê bi awayekî demkî hat rawestandin."

Pfeiffer wiha lê zêde kir: "Rênîşan ji tevahî dewletên hevkar ên di oparsyona Ezem El-Selb(Solid torque) de li nuqteyên perewerdekirinê li Iraqê, pêwîst e."

Almanya nêzî 120 leşkerên xwe li Iraqê di nava oparsyona El-Ezem El-Selb de ya bi serêkêşiya DYA’yê belav kirine.

Piştî çend saetan ji kuştina Suleymanî, El-Muhendis û kesên bi wan re, rayedarê di Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pantagonê) de ji AFP’ê re wiha anî ziman: "DYA’yê dê 3 hezar û 500 leşker li herêmê belav bike, da ku ewlehiya nuqteyên Amerîkayê bê parastin."

Îranê jî soza bersivdayînê" di dem û cihekî guncaw de" li ser kuştina fermandarê xwe yê leşkerî yê mezin bi destê amerîkayan, da. Li aliyekî din jî Iraq li ser "şerekî wêranê" piştî derbeya ku firokeyên bêpîlot pêk aniye, hişyar kir.

(fr)