HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûbûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên jin ku serê meha Çile di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne, eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûbûn eşkere kir
4 ÇILE, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du gerîlayên jin ku serê meha Çile di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne, eşkere kir.

HPG'ê di daxuyani niviskî de got, ''Di daxuyaniya 3’yê Çileyê de me ragihandibû ku 2’yê Çileyê di encama bombebaran balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de li ser Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevrêyên me şehîd bûne.''

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Amara Haydar

Nav û paşnav: Emîne Îsmaîl

Cihê jidayikûnê: Kobanê

Navê dayikê: Sena

Navê bav: Bekir

Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an

*****

Nasnav: Ararat Kato

Nav û paşnav: Leyla Yîgît

Cihê jidayikûnê: Şirnex

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Xelîl

Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Hevrêyên me Amara û Ararat ku li dijî dagirkeriya dewleta TC'ê ya mêtinger a li ser Kurdistanê, ji bo azadiya gelên me pêk bînin û biparêzin ji parçeyên Rojava û Bakur hatin, li se rêya serfiraziyê ya Rêber Apo meşiyane. Em hevrêyên xwe ku tecrûbeyên xwe yên mezin û bi agirê azadiyê yê di dilê xwe li dijî dijmin şerekî bêhempa dane,  bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Di serî de hemû malbatên me yên şehîd, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku bîranîna şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.''