SOHR: Hêzên rejîmê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê topbaran kir

Hêzên rejîmê bi topan derdora nuqteya çavdêriya ya Tirkiyê li Merhitat li gundewarê Meret El-Nûman topbaran kir.

SOHR: Hêzên rejîmê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê topbaran kir
4 ÇILE, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Merşorîn, Merşemşê, Tilminis, Meret El-Nûman, Babêla, Xan El-Sibil û derdora Merdibsê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate topbarankirin.

Her wiha hêzên rejîmê derdora nuqteya çavdêriya ya dagirkeriya Tirkiyê li Merhitat li gundewarê Meret El-Nûman jî topbaran kir.

Der barê mijarê de, SOHR`ê got ku li eniyên gundewarê rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê şerê di navbera herdu hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de bi çekên giran rû dide, her wiha tu balafirên rejîmê û Rûsya li asmanên herêmê tune ye.

Nûnerê rejîma Sûriyê li gel NY`ê duh êrişî Tirkiyê kir û teqez kir ku Tirkiyê bi rêya desteka xwe ji komên terorîst re ji erkên xwe direve.

(jo)