Qaanî bû fermandarê nû yê Feyleq El-Quds

Piştî kuştina Fermandarê Feyleq El-Quds yê Îranê Qasim Suleymanî, Rêberê olî yê rejîma Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî weke fermandarê nû yê Feyleq El-Quds, Îsmaîl Qaanî diyar kir.

Qaanî bû fermandarê nû yê Feyleq El-Quds
3 ÇILE, 2020   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend saet piştî kuştina Fermandarê Feyleq El-Qudsê ya  Îranê Qasim Suleymanî kesek nû li şûna wî hate diyar kirin.

Li gorî ragihandinên fermî yên Îranê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî, li şûna Suleymanî general Îsmaîl Qaanî weke fermandarê nû yê Feyleq El-Quds wezîfedar kiriye. Xameneyî fermandarê nû yê Feyleq El-Quds bi Biryarnameyeke fermî ragihand.

Her wiha Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî ji ber kuştina Suleymanî 3 roj şîn li Îranê ragihand.

Îro berdestê sibehê, fermandarê Feyleq El-Quds yê Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî Mûhendîsî li gel 8 kesên din, li balafirgeha Bexdayê ji aliyê balafirên bê mirov yê Amerîkayê ve hatin kuştin.