Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, spartin axê.

Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
Şêniyên Tebqayê 2 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, spartin axê
3 ÇILE, 2020   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî merasîma her du şehîdên bi navê Ehmed Cedû (Ehmed Şîhab) û Şemsî Cedû (Ebû Elaa) yên şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ya girêdayî QSD’ê bûn. Her du şehîd di Berxwedana Rûmetê de di bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şehîd bûbûn.

Merasîm li goristana şehîdan a Tebqayê bi rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ve, pêk hat.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha axivî.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê jî fermandar Doçka Mihemed û bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şahdî Îbrahîm axivîn.

Axêveran sersaxiya malbatên her du şehîdan kir û êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Axêveran sekna gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe li gel QSD’ê û berdewama berxwedana li hember dagirkeriyê piştrast kir. Her wiha jî gelên herêmê daxwaza derxistina dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji xaka Sûriyê kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma El-Elî wesîqeyên  şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin. Piştre cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan û silavkirina berxwedana şehîdan spartin axê.

(fr)

ANHA