Encama şer û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) a sala 2019’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şer û berxwedana 2019’an eşkere kir.

Encama şer û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) a sala 2019’an
3 ÇILE, 2020   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê ya der barê şer û berxwedana 2019’an de wiha ye:

"Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di sala 2019’an de bi armanca parastina azadî û rûmeta xwe pêşengiya têkoşînek şoreşgerî a bê hempa kir. Îro berxwedana me, bi qasî ku bi armanca parêzgeriya nirxên bingehîn yên mirovahiyê xeteke azadîxwaz û enteryasnonalîst pêş xist, bi şerê li dijî artêşa tirk a dagirker jî pêşengiya têkoşîna neteweyî kir.

Hêzên me di sala 2019’an de rêxistina terorî ya DAIŞê bi bin xist û dawî li serweriya wê ya koledar anî. Ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê û niştecîhên wê, Hêzên Sûriya Demoqratîk li hember her cûre êriş, komplo, dagirkerî û terorê bi erka xwe ya parastina rewa rabû, bê teredut pêk anî.

Di 23’ê Adarê de, li gundê Baxoz ê ser bi parêzgeha Dêrezorê ve, rêxistina terorî a DAIŞ bi temamî hat paqijkirin. Bi wî awayî serdemeke dirêj bi dawî bû û aramî li herêmê serwer bû. Di sala 2019’an de di encama vî şerî û operasyonên ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî pêk anî de wiha ye;

- Li herêma Dêrezorê, bajarokê Hecîn û derdorê wê hatin rizgarkirin.

- Di şerê 3 mehan de bi kêmanî hezar û 306 çete hatin kuştin.

- Zêdetirî 29 hezar û 600 çete û malbatên wan (ji Iraq, Sûrî û ji herê cîhanê hatin binçavkirin).

- 7 hezar km2 xak ji terorê hat paqijkirin.

- Hejmareke gelekî zêde çek, cebilxane, dokuman, amûrên pêwendiyê hatin desteserkirin.

- Bi zêdetirî 40 operasyonên antî-terorê, pêşî li hejmarek hewldanên komkujî û êrişan hatin girtin.

- Bi 4 çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên ser bi MIT’a Tirk ve hewldanên têkbirina aramiya herêmê vala hatin derxistin.

- Di encama van operasyon û berxwedana bidawîkirina DAÎŞ’ê de 256 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

Di çarçoveya plansazî û xebatên demdirêj de di navbera hêzên me, hevpeymaniya navdewletî û Emerîka de, hêzên me, bi tevkariyeke mezin tev li operasyona serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê yên li bakûr-rojavayê Sûriyê de bûn. Di encamê de El-Bexdadî hat kuştin.

Bi bidawîkirina terora DAIŞ’ê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkeriyê yê li ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên wê, di 9’ê Cotmeha 2019an de, bi armanca dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê êriş da destpêkirin. Dewleta dagirker bi hezaran çete, tang, çekên giran, balafirên şer û firokeyên bêpîlot êriş bir ser seranserê xeta sînorê Rojavayê Kurdistanê; di encam de bi sed hezaran sivîlên herêmê ji cîhê xwe bûn, şehîd ketin û brîndar bûn.

Artêşa dagirker bêyî ku ferq û cûdahî bixe navberê, hemû herêmên sivîl ên li ser sînor, kirin armanc û bê ser û ber topbaran kirin.

Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrişan da. Encamên şer û berxwedanê wiha ye;

- Artêşa dagirker di sala 2019’an de bi giştî;

- 379 êrişên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anî.

- Hezar û 21 êrişên bejahî yên bi tang, top, obus û cûr bi cûr çekên giran pêk anî.

- Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrişan da û di encam de li seranserê sînor şer rû da. Di van şeran de;

- Hezar û 534 çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin, 294 çete û leşker birîndar bûn.

- Di encama bersivdayîna hêzên me de 7 tang, 17 panzer, 11 BMP, 42 seyareyên leşkerî, 27 seyareyên leşkerî, 11 seyareyên doçka, 2 maşîneyên kar û 2 motor hatin rûxandin.

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ragihandina biryara agirbestê jî êrişên xwe nesekinandin, rêkeftinên ku hatine çêkirin bin pê kirin û li gelek qadan êrişên xwe yên bejahî û hewayî domandin.

- Di berxwedana li hember Artêşa Tirk de bi giştî;

- 508 hevalên me bi awayekî lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin

- Hezar û 547 hevalên me birîndar bûn

- 73 hevalên me dîl ketin

- Di encama êrişên artêşa dagirker li ser herêmên sivîlan de zêdetirî 400 hezar sivîl koçber bûn. Her wiha di topbaran û bombebaranê de 522 sivîl şehîd ketin, 2 hezar û 757 sivîl birîndar bûn. Di nav şehîd û birîndarên sivîl de hejmareke zêde zarok jî hene. Di encama van êrişan de bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û qada di navbera her du bajaran de hatin dagirkirin.

Yekîneyên YPJ’ê, di dirêjahiya sala 2019’an de, hem di têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê û hem jî ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker de roleke girîng lîstin".