DYA’yê welatiyên xwe der barê çûyîna Iraqê de hişyar kirin

DYA`yê îro welatiyên xwe der barê çûyîna wan a Iraqê de hişyar kirin û diyar kir ku dibe rastî metirsiya şîdetê û revandinê werin.

DYA’yê welatiyên xwe der barê çûyîna Iraqê de hişyar kirin
2 ÇILE, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyeke li ser malpera xwe de wiha got: “Gelek komên terorîst û serhildêr li Iraqê hene û bi awayekî sîstematîk êrişî hêzên ewlehiyê yên Iraqê û sivîlan dikin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dibe ku milîsên taifî gefê li dijî welatiyên Amerîkayê û kargehên rojavayî yên li tevahiya Iraqê çêkin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê duh ragihand ku karê balyozxaneyê heta demeke nediyar hatiye rawestandin.

(kc)