Şahoz Hesen: Divê her diyalogek bi navê MSD û Rêveberiya Xweser be

Şahoz Hesen her diyalogek bi rejîmê yan jî Rûsyayê bi navê kurdan tenê red kir û got divê her diyalogek bi navê Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk be ku nûnerên rewa yên şêniyên herêmê ne.

Şahoz Hesen: Divê her diyalogek bi navê MSD û Rêveberiya Xweser be
31 kanûn, 2019   14:55
QAMIŞLO

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rûspiyên êlan û rewşenbîrên Ereb re civiya. Civîn li hola Kluba Siyahî li bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dar ket.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Şahoz Hesen geşedanên siyasî yên herêmê û siyaseta partiyê di dema bê de bibîr xistin.

Hesen armancên Tirkiyê ji êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin û diyar kir ku Tirkiyê tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef.

‘ERDOGAN HEWL DIDE XÎLAFETA OSMANÎ VEGERÎNE‘

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Şahoz Hesen dîroka tarî ya dewleta Osmanî û Tirkiyê vegotin û got: "Dîroka dewleta Tirk tijî tecrubeyên dagirkirinê ye. Dagirkeriya osmanî di dirêjahiya serdeman de nezantî, xizanî û zulm li herêmê ferz kir. Hewl da DAIŞ`ê jî vegerîne. Piştî têkçûna DAIŞ`ê Erdogan hewl dide xilîfata osmanî vegerîne."

Hesen bibîr xist ku tevahêya pêkhateyên herêmê gelek destkeftî bi dest xistin. Ev destkeftî ne ya partiyekê ye yan jî êlekê ye lê belê milkê tevahiya pêkhateyên ku yekitiya xwe ava kirine û bi hezaran şehîdan dane heta ku bigihêjin vê astê.

 ‘DIVÊ HER DIYALOGEK BI NAVÊ MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK Û RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BE‘

Têkildarî hevdîtinên bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re Hesen got: "Rejîm û Rûsya hewl didin tenê bi kurdan re beyî pêkhateyên din diyalogê bikin. Me ev pêşniyar red kir. Me ji rejîm û Rûsyayê re got ku divê her diyalogek bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. "

Derbarê daxuyaniyên wezîrê derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Muelim Hesen ev tişt diyar kir: "Em ji roja şoreşa Sûriyê ya destpêkê ve diyar û zelal bûn. Armanca me parastina yekitiya axa Sûriyê û avakirina pergalek demokratîk azad ji tevahiya sûriyan re bi tevlibûna tevahiya pêkhateyan."

Hesen bal kişand ser stratejiya partiyê di dema bê de û destnîşan kir ku berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk, rizgarkirina axa dagirkirî û bidestxistina dabînên destûrî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji armancên partiyê yên destpêkê ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kLQEERS7hcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>