Komkara Erebî têkildarî destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de daxuyanî da

Meclisa Komkara Erebî li ser asta nûnerên dayîmî bi daxuyaniyekê destwerdanên leşkerî yên derve bi di serî de "Tirkiyê" di Lîbyayê de red kir.

Komkara Erebî têkildarî destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de daxuyanî da
31 kanûn, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de, îşaret bi girîngiy parastina yekitî û serweriya Lîbyayê hate kirin. Her wiha her destwerdaneke derve hate redekirin û piştgirî bi prosesa siyasî bi rêya pêkanîna tevahî bendên lihevkirina Sixêran a di Kanûna 2015‘an de hate kirin û ev lihevkirin wekî tekane lêvegera çareserkirina aloziya Lîyayê hate binavkirin.

Meclisê her wiha girîngiya beşdarkirina dewlatên derdorê di xebatên navdewletî de yên bi armanca piştgiriya lîbiyan di çarçeserkirina aloziya wê de hate destnîşnkirin.

Meclisê di daxuyaniyê de fikarên xwe der barê destwerdana leşkerî di Lîbyayê de anî ziman ku got ev rewş ewehiya herêmên Derayaya Spî û dewletên derdora Lîbayayê dixe xeteriyê.

Meclisê bal kişand ser girîngiya rawestandina şer û diyar kir ku çareseriya siyasî tekane rêya vegera ewlehî û aramiyê li Lîbyayê û tinekirina terorê ye.

Meclisa Komkara Erebî ya li ser asta nûnerên dayîmî teqez li ser xeteriya wê yekê kir ku her aliyek Lîbyayê gavên yekalî bavêje ku ne li gorî navarok û rihê lihevkirina siyasî ya lîbî û birayên navdewletî yên têkildarî be. Ji ber ev yek dikare rê li ber destwerdanên leşkerî yên welatên biyanî veke û aloziya li Lîbya û herêma navîn kurtir bike.

Nûnerên dayîmî ji sekretêrê giştî yê Komkara Erebî kir ku peywendiyan bi tevahî aliyên navdewletî yên têkildarî aloziya Lîbyayê re çêbike da ku helwestên erênî encam bigire ku karibe dawî li aloziyê werin.