QSD: Şaneya DAIŞ’ê ya ku amadekariya êrişên li dijî pîrozbahiyên sersalê dikir, hate girtin

QSD daxuyad ku duh li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê operasyonek pêk anîne û di operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê hatiye girtin ku amadekariya êrişên li dijî pîrozbahiyên sersalê dikir.

QSD: Şaneya DAIŞ’ê ya ku amadekariya êrişên li dijî pîrozbahiyên sersalê dikir, hate girtin
31 kanûn, 2019   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku duh hêzên wan ên taybet li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê operasyonek pêk aniye û di operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê hatiye girtin. QSD’ê ragihand ku şaneya DAIŞ’ê amadekariya êrişên li dijî pîrozbahiyên sersalê dikir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serçeteyê bi navê Furat Siltan Hisên bi nasnav ‘Ebû Mûnzir’ jî hatiye girtin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê wiha ye:

Ji aliyê Tîmên Operasyonên Taybet ve di 30’ê Kanûnê (duh) de, li dijî şaneyek DAIŞ’ê li herêma Şedadê operasyonek serkeftî hat lidarxistin. Şaneya hatiye bê bandorkirin, amadekarî dikir ku di roja sersalê de, bi seyareyên teqemenî li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê êrîş li dijî gelê sîvîl pêk bîne û komkujiyan bike. Di operasyona serkeftî de serçeteyê bi navê Furat Siltan Hisên (nasnav Ebû Mûnzir) ê ku bi eslê xwe ji Iraqê ye, hate girtin.

Her wiha çeteyê bi navê Ehmed Mihemed el-Ebîd ê ku seyareya bombebarkirî li Qamişlo vedişart jî hat girtin û seyare di bin venêrîna hêzên pispor de hat rûxandin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7qZa0Bt1Z6c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>