Ehmed El-Berho bi şehadeta xwe rê li ber ciwanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin

Şehîd Hemûdî Tirbespiyê bi jêhatîbûna xwe di xwendinê de dihat naskirin, di nava refên YPG‘ê de şehîd bû, bi şehadeta xwe rê li ber civanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin.

Ehmed El-Berho bi şehadeta xwe rê li ber ciwanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin
Ehmed El-Berho bi şehadeta xwe rê li ber ciwanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin
Ehmed El-Berho bi şehadeta xwe rê li ber ciwanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin
31 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Ehmed Adil El-Berho ji xelkê eşîra Cewala ya Ereb a li navçeya Tirbespiyê ye. Ehmed ji ciwanên destpê bû yên ku tev li refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û roleke mezin di bersivandina êrişên komên çete yên li ser herêma Cizîrê de list.

Di salên navbera 2013-2016‘an çeteyên Cebhet El-Nusra piştî wê DAIŞ‘ê êrişîn dijwar anîn ser herêmên Til Hemîs, Ceza, Til Koçer, başûrê navçeya Tirbespiyê û Çilaxa. Şervanên YPG û YPG‘ê bi berxwedaneke bêhempa bersiva van êrişan da û herêm ji çeteyan rizgar kirin.

Ehmed Adil El-Berho sala 2014‘an de tev li nava refên YPG‘ê dibe û 22‘ê Çileya 2015‘an tevî 3 hevalên xwe di encama êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser benda gundê Xirbe Dîbê yê başûrê navçeya Tirbespiyê de şehîd dibe.

‘KURÊ MIN Ê YEKEMÎN BÛ KU TEV LI YPG‘Ê DIBE‘

Ehmed xwendina xwe de asta amadehî de terik dide û tev li refên YPG‘ê de û navê Hemûdî Tirbespiyê li xwe dike. Dayika Ehmed, Muheya El-Hebîb der barê tevlêbûna kurê xwe de wiha tîne ziman: "Ehmed bi îradeya xwe biryara tevlêbûna nava YPG‘ê da, piştî diyar ku ku YPG‘ê ji bo tevahî pêkhateyan de û ewlehiya herêmê şerê çeteyan dike."

Adil El-Berho bavê şehîd Ehmed jî dibêje: "Kurê min yekemîn ciwanê Ereb bû ku tev li refên YPG‘ê bû. Ji bo tevlêbûna xwe zext li min kir lê min rêz ji biryara wî re girt."

‘YABO PARASTINA WELAT ERKA ME HEMÛYAN E‘

Malbata Ehmed anku Hemûdî Tirbespiyê diyar dike ku ew bi tevlêbûna kurê ya nava YPG‘ê serbilind e. Adil El-Berho bi bîr dixe, "Rojekê min kurê xwe li ser bendeke kontorlê li derdora Tirbespiyê dît di wê kêliyên de ez pir serbilind bûm. Ji min re got, Yabo parastina welat erka me hemûyan e."

Adil El-Berho hin taybetmendiyên kurê xwe Hemûdî dibêje "Ehmed cûda bû, di xwendina xwe de jêhatî bû. Di nava YPG‘ê de jî cûda bû û bi şehadeta xwe rê li ber ciwanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin."

Dayika Hemûdî, Muheya El-Hebîb bi bîr tîne ku kurê wê di serdana xwe ya dawî de wesyet lê  kir ku ha ji xuişkê wê hebe û got: "Hestê min digotin ku dê şehîb bibe, piştî vegeriya karê xwe li wir şehîd bû."

‘NE JI ŞEHÎDAN BAYA WÊ DAIŞ‘Ê HERÊMÊN ME WÊRAN KIRIBA‘

Şehadeta Hemûdî Tirbespiyê bandoreke mezin li malbatê kir. Bavê wî dibêje"Ez gelekî bi bandor bû, lê ya sebir da min tilîliyên dayikên şehîdan bû. Bi şehadeta Hemûdî ez têgihiştim ku ne ji xwîna kurê min û xwîna keç û xortên pêkhateyên herêmê bûye wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra herêmên me wêran kiribane."

Dayika şehîd Hemûdî, Muheya El-Hebîb jî wiha tîne ziman: "Kurê sere min di nava xelk û şêniyên herêmê de bilind kir ji ber yek ji lehengên ku rê li ser komkujiyên li dijî şêniyên herêmê girt."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MO30YavsGiU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>