Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyek nivîskarên Kurd kir

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî di çarçoveya hewldana yekitiya kurdî de bi nivîskarên Kurd re civiya.

Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyek nivîskarên Kurd kir
Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyek nivîskarên Kurd kir
Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyek nivîskarên Kurd kir
Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyek nivîskarên Kurd kir
30 kanûn, 2019   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

​​​​​​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrtîk (QSD) Mezlûm Ebdî di çarçoveya hewldanên avakirina yekitiya kurdî de pêşwaziya şandeyeke ji nivîskarên Kurd re kir.

Şandeya nivîskaran ji Luqman Yûsif, Şemis Enter, Nayif Cibêro û Ebdulsemed Mehmûd, çalakvanê sivîl Sîrac Keleş û rojnamevan Mihemed Hisên pêk dihat.

Şande bi navê rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bi hewldana Fermandariya Giştî ya QSD‘ê ya yekkirina xîbata Kurdî re anî ziman.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê spasiya şandeyê kir û gavên ku di çarçoveya hewldana yekitiya kurdî hatine avêtin de ji wan da danîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6iHra_1DuYE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>