Komkara Erebî bi mijara Lîbyayê sibe civîneke awarte lidar dixe

Nûnerên dayîm ên di Komkara Erebî de bi mijara Lîbyayê sibe li hev dicivin.

Komkara Erebî bi mijara Lîbyayê sibe civîneke awarte lidar dixe
30 kanûn, 2019   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Alîkar ê Komkara Dewletên Erebî Husam Zekî ragihand ku li ser banga Misrê Komkara Erebî dê sibe li ser asta nûnerên dayîm civîneke awarte li dar bixe.

Ev civîn di demekê de ku Tirkiyê amadekariyên şandina hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê dike, dê pêk were.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan êvara roja duşemê mûzaketiya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê îmze kir û rastî parlamantoya Tirkiyê kir. Li aliyekî din jî serokê Parlamantoya Tirkiyê banga lidarxistina civînekê roja pênçema bê li Komîteya Giştî kir da ku şandina leşkeran ji bo Lîbyayê gotûbêj bike.