‘Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê dişîne Lîbyayê’

Lêkolînerê karûbarên komên islamî yê Misrî Mehêr Ferxelî got: “Kesên ku Tirkiye dişîne Lîbyayê çeteyên DAIŞ`ê ne, lê bi navek din. Tirkiye dixwaze Misrê lewaz bike. Li bakurê Afrîqayê herêmek nû ji terorê re ava bike.”

‘Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê dişîne Lîbyayê’
31 kanûn, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Welatên ereban û afrîqî ji bo destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê re bi hêrs in. Ev destwerdana Tirkiyê di welatek afrîqî de rastî nerazbûnek li ser asta ewropî tê.

Di vê dawiyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê rapor belav kirin. Di van raporan de hate diyarkirin ku Tirkiye bi sedan çete ji Sûriyê veguhestine Lîbyayê. Li rex bi sedan çeteyên din ên ku amade ne biçin Lîbyayê. Di hewldaneke Tirkiyê de ji bo ku çeteyan bi kar bîne da ku ajandeyên xwe di firehkirina hegemoniya xwe de li cîhana erebî pêk bîne.

Derbarê mijarê de Mehêr Ferxelî got: "Tirkiyê niha çeteyên DAIŞ`ê dibe Lîbyayê ji bo ku herêmên terorîst nû çêke. Îro Tirkiyê bi veguhestina çeteyan ber bi Lîbyayê ve herêmek terorîst ji DAIŞ`ê re di bin sponseriya xwe diafrîne. Ji wê herêmê ve êrişên terorîst li dijî dewletên ereb ên cîran pêk bîne. "

Têkildarî armancên Tirkiyê ji vê gavê, Mehêr got: "Tirkiyê ji bingeha zaîfxistina Misrê, bakurê Afrîqyayê û ji bo ku herêmek terorîstek nû li herêmê ava bike."

Lêkolînerê karûbarên komên islamî li ser nêrîna Ewropayê ji gava Tirkiyê ji bo veguhestina çeteyên DAIŞ`ê ji Lîbyayê re û got: "Misr ji dewletên ku li dijî projeya Tirkiyê disekine ye. Ew ê li hemberê tevahiya hewldanên Tirkiyê ji bo belavkirina tevliheviyê li herêmê bisekine."

Ferxelî destnîşan kir ku Tirkiye bi veguhestina terorîstan bi awayekî yekser şer hember dewletên cîran radigihîne û wiha domand: "Gava Tirkiyê metirsiyên mezin û cidî ji Misr, Cezayir û Tunisê re çêdike û wek tehdîdek yekser tê hesibandin."

Di nav gotinên xwe de Ferxelî komkujiyên Tirkiyê bibîr xistin û got: "Tirkiyê gelek komkujî pêk anîn. Herî dawîn komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne. Tirkiyê ranaweste. Wê şer û terorê li herêmên ku mudexeleya wê dike belav bike. Niha jî Lîbya bûye bera Tirkiyê ya nû ji bo ku terorê belav bike."

Ferxelî di dawiyê de got: "Desteka Misr û dewletên erebî ji artêşa lîbî re wê tevahiya planên Tirkiyê ji bo afirandina şerek mezin li gorî Îranê têk bibin. Ev projeya bi serkêşiya Tirkiyê di navbera wê, Îran û Qeterê de hevpar e. Di heman demê de şerek mezin li ser gaza Rojhilata Navîn, aborû û hegemonî ye. bi texmîna min Misr dewleta tekane ye ku dikare li hember vê projeyê bisekine."

(şx)

ANHA