Hêviyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala nû de

Şêniyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin ku sala 2020‘an bibe sala bidawîbûna dagirkeriyê li xaka Sûriyê, her wiha bibe sala aştî û aramî, yekitiya netewî û vegera koçberan li warê xwe.

30 kanûn, 2019   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me hêvî û daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020‘an de şopandin. Piraniya şêniyan hêviyên wan ew bû ku aştî li Sûriyê pêk were, dagirkerî bi dawî bibe û koçber li warê xwe vegerin. Her wiha xwest ku bibe sala yekitiya netewî ya kurdî.

QAMIŞLO

Noma Qewas a Suryan-Kildan: Em hêvî dikin ku rojên bê bi xêr û aştî li welat û gel derbas bibe û ji vê salê baştir be.

Ebdulmesîh Qeryaqis ê Suryanî Othodoks "Em bi hêvî ne ku aramî û aştî li Sûriyê pêk were û gelê Sûriyê bibe yek. Divê em li hev kom bibin û hêza xwe bikin yek, em nehêlin pirsgirêk di navbera me de derkeve. Em ji tevahî gelê Sûriyê hêvî dikin helwesteke niştimanî û bi rûmet bisekinin û axa welatê xwe biparêzin.

Ebîr Ezreq: Em aştî û aramiyê ji tevahî gel, mezheb û welatê re dixwazin.

MINBIC

Besam Mihemed: Em hêvî dikin ku sala nû sala xêr, bereket û sehet ji bo hemûyan be. Hêviya me ji bo sala nû 2020‘an tevahî cûreyên dagirkeriya bi dawî bibe û bibe sala aştî û hezkirinê.

Ela El-Ehmed: Hêviyên me tevahî Sûriyê di nava xêr û aramiyê de be û koçberên vegerin hembêza welat. Her wiha aştî û edalet li her deverê pêk were û ken li ser lêvên zarokên cîhanê bimîne.

Îbrahîm El-Setaf: Em hêvî dikin ku aştî û aramî li tevahî Sûriyê belav bibe û sala nû bibe sala xelasbûna ji dagirkeriyê.

KOBANÊ

Mihemed Şêx Îsa: Hêviya me ew e ku sala nû bibe sala aştî û vegera koçberên Sûriyê li warê xwe. Bi hêvî ne ku gelê Sûriyê hevgirtina xwe çêbikin da ku li dijî komployên navdewletî yên bi armanca derxistina fitneyê û talankriina xêra welat biser bikevin û şadî li ser rûyê hemûyan vegere. Bi vegera şêniyan bajarên me xweş û geş dibe.

Ebdulqadir Bozan: Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala bidawîbûna şer û rijiandina xwîna suriyan. Dîsa jî hêvî dikin ku bibe sala serkeftinan û rewşa jiyanî li welat xweş bibe. Em hêvî dikin ku partiyên kurdî bibin destek ji bo li hember siyasetên dijber ên qirkirina gelê Kurd dikin armanc biser kevin.

Yazê Îsmaîl: Hêviya me dagirkeriya Tirk ji xaka me derkeve û ewlehî û aramî li herêmê pêk were.

ZIRGAN

Îzedîn Abdullah: Daxwaza me ew e ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji derdora me êdî herin. Herêmên me yên ku hatine dagirkirin, bên rizgarkirin û dewleta Tirk a dagirker êdî ji aramiya me dûr bikeve. Cihê dewleta Tirk a dagirker di nav me de tune ye, ev der war û erdê me ye. Em di nav xetereyê de sersalê pêşwazî dikin. Derdora me hemû çete ne û ruxmî vê metirsiyê jî em ji warê xwe dernakevin û sersalê li warê xwe pêşwazî dikin û erdê xwe ji çeteyan re nahêlin. Li Zirganê warên me tên hedefgirtin û rojane êrişên hovanê li ser me pêk tên. Di nav vê rewşê de jî em ji malên xwe dernakevin.

Dawûd Wezo: Bi êrişan re êdî aramî, jiyana me ya xweş xerab bû, heya ku pêdiviyên jiyanî jî zû bi zû nikarin peyda bikin. Bandora êrişan li ser aboriyê jî gelekî çêbû. Bi van êrişan re jiyana me di nav metirsiyê de ye. Axa me axa çandiniyê ye, ev sê meh e ku ji ber êrişên hovanê û dagirkiriyê me genim neçand. Em dixwazin sala 2020’an di nav aramiyê de em derbas bikin. Ji ber dengên obûsên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê em nikarin razên.

Gulê Mihemed: Êdî bila ev êriş bi dawî bibin, çete ji nav me derkevin û em aram bibin. Di 2019’an de çeteyan erdê me şewitandin, niha jî bi awayekî hovane êrişî me dikin. Em ê sersalê li malên xwe pîroz bikin û em dixwazin hemû sersalan li ser axa xwe pîroz bikin. Her çi qas êriş hebin jî em ê li ber xwe bidin û ji malên xwe dernakevin ku xwediyên vê axê em in. Di 2020’an de jî em ê berxwedana xwe berdewam bikin.

HELEB

Ehmed Hîlal Şihadê: Di sala nû de em hêviya aşîtî û aramiyê li tevahiya xaka Sûriyê dixwazin.

Hemrîn Qasim: Em hêvî dikin ku di sala nû de artêşa Tirk ji xaka Sûriyê derketibe û koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî li malên xwe vegeryabin, her wiha aramî û aşîtî li tevahiya xaka Sûriyê mîsoger bûbe.

Lîlav Bekir: Hêviya me ew e ku komkujiyên artêşa Tirk li dijî gelên Tilrifetê, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê pêk anî dubare nebin û aramî li tevahiya Sûriyê mîsoger bûbe.

TIRBESPIYÊ

Xelîl Mihemed: Ez hêvî dikim ku tevaya kobçeran li welatên xwe Sûriyê vegerin, nexasim koçberên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jî li malên xwe vegerin.

Heval Yusif: Hemû gelê Kurd hêvî dikin, ku ev sal bibe sala yekîtiya gelê Kurd û koçberên bi darê zorê ji malên xwe derketine li malên xwe vegerin û dawî li artêşa Tirk û şerê li Sûriyê were.

Ahîn Seyîd: Hêvî dikin ku sala nû bibe sala yekîtiya neteweyî ya gelên Sûriyê û rewşa seranserî Sûriyê baş bibe, dikim. Kovan Osman hêviya sala nû bibe sala çareseriya aloziya Sûriyê û hêzên kurdî xizmeta yekîtiya kurdî bikin.

(cb/eh)

ANHA