​​​​​​​Hêzên rejîmê baregehên çeteyan yên li gundewarê Girê Spî dikin hedef

Artêşa rejîma Sûriyê baregehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Faris ê başûrê rojavayê Girê Spî topbaran dike.

​​​​​​​Hêzên rejîmê baregehên çeteyan yên li gundewarê Girê Spî dikin hedef
29 kanûn, 2019   19:51
GIRÊ SPÎ

Piştî êrişa li dijî navendên wê yên li başûrê rêya M4, hêzên rejîmê Sûriyê baregehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Farisê yê başûrê rojavayê Girê Spî topbaran dikin.

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê di saetên ber êvarî de nuqteyên rejîmê yê li başûrê rêya M4 kirin hedef. Di encamê de 3 erebeyên hêzên rejîmê hatin teqandin û hejmarek endamên wê hatin kuştin.

ANHA