Pentagon: Hêzên me li baregehên Hizbullah û Heşid El-Şabî dan

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hêzên wan li Iraq û Sûriyê li 5 baregehên çekdarên Hizbullah û Heşid El-Şabî dan.

Pentagon: Hêzên me li baregehên Hizbullah û Heşid El-Şabî dan
29 kanûn, 2019   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Li Iraq û Sûriyê baregehên çekdarên Hizbullah, depoyên çekdan û navendên fermandariyê kirin hedef.

Heşid El-Şabî jî li ser malpera xwe ya twîtterê ragihand ku, Balafirên Amerîkayê yên bê mirovên baregehên hêzên wan li rojavayê Enbarê bombebaran kirin.

Ajansa Nûçeyan a Reutresê ragihand ku hejmarek çekdarên Hizbûllah di derbeya hawayî ya li dijî bargeheke li rojavayê Iraqê de hatin kuştin.

 

ANHA