Bi stranan piştevaniya Berxwedana Rûmetê kirin

Bi dirûşmeya "Çand û huern ji bo berxwedan û îsrarê" Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê û koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyek li dar xist.

Bi stranan piştevaniya Berxwedana Rûmetê kirin
29 kanûn, 2019   18:11
QAMIŞLO

Şahî li hola Kerem a navçaya Amûdê bi beşdarbûna gelek hunermendên herêma Cizîrê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, endamên saziyên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, şervanên YPG, YPJ, nûnertên partiyên siyasî, rewşenbîr û şêniyên Serêkaniyê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Koma Şehîd Zîlan a navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hunermend Selman Îbrahîm stran li ser Berxwedana Rûmetê, koçberî û şehîdan gotin.

Her wiha hunermend a di Koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê e Caziya Kemco stranên netewî li ser azad û Rêber Abdullah Ocalan gotin.

Şahî bi stranên hunermend Elî Mensûr ê di koma Agirî ya Amûdê de bi dawî bû.

Beşdaran li ber stranan xelekên dîlanan gerandin.

Hevseroka Tevgera Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Botan ji ANHA‘yê re diyar kir ku armanca wan ji van şahiyan piştgiriya şervanên li eniyên şer û bilindkirina moralê şêniyên ji warê xwe hatin koçberkirin. Nesrîn anî ziman ku hemû sazî erka xwe ya li hemberî koçberan bi cih tînin û Tevgera Çand û Hunerê bi stranên xwe piştevaniyê dike.

ANHA