Mezlûm Ebdî YNK’ê pîroz kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û têde pîrozbahî li Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) kir.

Mezlûm Ebdî YNK’ê pîroz kir
29 kanûn, 2019   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi boneya lidarxistina Çarem Kongreya YNK’ê, peyamek belav kir.

Ebdî di peyama xwe de pîrozbahî li YNK’ê kir û got; “Bi boneya serkeftina Kongreya Çarem a YNK’ê, pîrozbahî li bira û hevalên YNK’ê dikim. Hêvîdar im serkirdayetiya nû ya YNK’ê bibe sedema bidestxistina destkeftiyên hîn mezintir a gelê me li Başûr. Her wiha berdewam bin li ser rêbaza netewî ya Mam Celal, hîn zêdetir giringî bi ruhê alîkarî ya navbera YNK’ê û Rojava de bidin.”