Piştî êrişên li Kerkûkê... civînên rêveberiya Trump û bangên bersivdana êrişê

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê eşkere kir ku civînên Meclisa Nîştimanî ya Ewlehiyê ya bi serkêşiya serokê Amerîkayê Donald Trump li dar ketin ku êrişa li ser baregeha Kerkûkê nîqaş bikin ku bûye sedema kuştina amerîkiyekî û birîndarbûna gelek amerîkiyên dîtir.

Piştî êrişên li Kerkûkê... civînên rêveberiya Trump û bangên bersivdana êrişê
29 kanûn, 2019   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama avêtina zêdetirî 30 moşekan roja înê li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Kerkûkê de leşkerekî Amerîkayê jiyana xwe ji dest da û 4 leşkerên dîtir jî birîndar bûn.

Êriş, piştî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyaniyek weşand, pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çi êrişên bi moşekan ku Îran an jî wekîlên wan ên li Iraqê pêk bînin û zirarê bidin amerîkiyan dê "bersiv tund be".

Roja şemiyê, rayedarekî rêveberiya Amerîkayê wiha da zanîn: "Serok Trump bûyer şopand ku xebatê ji nêz ve tevî tîma ewlehiya nîştimanî ya girêdayî wî da ku çavdêriya rewşê bike, pêk tîne."

Rêveberiya Trump der barê koma ku bi guman e êriş pêk aniye, eşkere nekir. Rayedarê amerîkî diyar kir ku artêşa Amerîkayê balê dikişîne ser girêdana biguman a Hizbullaha Iraqê ya bi piştevaniya Îranê.

Li gorî raporê û li gorî encamên destpêkê yên ku pêşkêşî rayedarên rêveberiya Amerîkayê bûne, hin moşekan zirar gihand depoya cebilxaneyê ya baregehê. Bi wê re jî gelek teqîn pêk hatin.

Girêdayî heman mijarê, senatorê amerîkî Tom Cotton ji Komarparêzan e li ser hesabê xwe yê Twitterê banga bersivdayîna tund der barê pêkanîna êrişa li dijî baregehan Amerîkayê yên li Kerkûkê de ku di encamê de karbesekî amerîkî jiyana xwe ji dest da û gelek leşkerên Amerîkayê birîndar bûne, da û wiha got: "Heke xwîna amerîkî ji hêla koma bi piştevaniya Îranê de hatiye rijandin, divê Tehran li beramberî cezayên lez û giran be."

(fr)