Di êrişa li Yemenê de kuştî û birîndar hene

​​​​​​​Di teqînenekê li dijî şahiyeke merasîma bidawîkirina dewreyeke leşkeran de li bajarê El-Dalî yê Yemenê, 7 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Di êrişa li Yemenê de kuştî û birîndar hene
29 kanûn, 2019   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Erebiye ku di teqîna li dijî merasîma bidawîkirina dewreya leşkerî li bajarê El-Dalî yê Yemenê de kuştî û birîndar hene. Li gorî daneyên destpêkê, 7 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Li gorî berpirsê çapemeniyê yê eniya El-Dalî Macid El-Şeyîbî, kuştî û birîndar hene û dibe teqîn ji ber êrişeke moşekan li djiî şahiya bidawîkirina dewreyê ya hêzên ewlehiyê li stada El-Simûd a bajarê El-Dalî pêk hatibe.

Ajansa Reuters jî ji şahidan ragihand ku teqîn nêzî stada ku mêvanên şahiyê lê bûn, pêk hat.

(bx)