Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane bi beşdariya hevserokên deste û buroyan li dar xist ku xebatên li herêmê di 2019’an de pêk anîne, nîqaş kirin.

Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê xebatên xwe yên 2019’an nîqaş kirin
29 kanûn, 2019   10:38
QAMIŞLO

Bi armanca nîqaşkirina girîngtirîn xebatên ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û astengiyên ku di 2019’an de pêk hatine û derketine nîqaş bikin, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk îro civîna xwe ya salane li hola meclisê ya li navçeya Amûdê li dar xist.

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê de, hevserokên meclisê Talet Yûnis û Nezîra Gewriyê, hevserokên Meclisa Qanûnsaz a herêmê Husên Ezam û Arya Mela Ehmed, şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsiv, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser bi hejmara 10 deste û hevserokên buroyan bi hejmara 7 buroyan, amade bûn.

Civînê rêzigirtinê dest pê kir û hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û Nezîra Gewriyê û cîgirê hevserokatiyê Elî Keûd civîn bi rê ve bir.

Raporên salane yên hevserokatiya Meclisa Rêveber, kantonên Qamişlo û Hesekê, deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku xebatên civînê heta du rojan bê navber bidomin.

Şemiyê, Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê, erkdarkirina 7 hevserokên desteyên Meclisa Rêveber erê kir û erkdaran sond xwar û dest bi erka xwe kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eNV4VlAzcn8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>