HRE: Di çalakiya sabotajê de 1 çete hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya sabotajê de, 1 çete hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

HRE: Di çalakiya sabotajê de 1 çete hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn
28 kanûn, 2019   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên derdorê wê çalakî û operasyonên hêzên me bê navber berdewam dikin.

Di roja 27`ê Kanûnê demjimêr 6`ê êvarî de li gundê Daxilbaş ê bi ser herêma Babê de li hember çeteyên dagirker ê koma bi navê Firqat El-Hemzet, hêzên me çalakiyek bi bandor şêwazê sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 1 çeteyê koma navborî hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di heman demê de, Artêşa dagirker û çeteyên wê piştî çalakiya hêzên me bi çekên giran tank, obus û hawanan gundên Malikiyê, Merenaz û Kefer Antûn yên bi ser navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên li herêmê.”