30 moşek li baregeha koalîsyonê ya li Iraqê ketin...kuştî û birîndarên amerîkî hene

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ragihand ku duh, di encama êrişa moşekan a li dijî baregeha leşkerî ya li Kerkûkê de, karbesekî amerîkî jiyana xwe ji dest da û gelek leşkerên amerîkî jî birîndar bûn.

30 moşek li baregeha koalîsyonê ya li Iraqê ketin...kuştî û birîndarên amerîkî hene
28 kanûn, 2019   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navdewletî daxuyand ku di encama êrişa moşekan a li dijî baregeha leşkerî ya li Kerkûkê, karbesekî sivîl ê amerîkî jiyana xwe ji dest da û gelek leşker jî birîndar bûn.

Koalîsyonê wiha lê zêde kir: "Hêzên ewlekariya Iraqê lêpirîsnan dikin."

Rayedarekî Amerîkayê ku çavdêriyê li ser lêpirsînê dike, ji AFP’ê re wiha got, herî kêm 30 moşekan baregeh û depoya cebilxaneyê hedef girt û di encamê gelek teqîn pêk hatin.

Li aliyekî din jî DYA’yê di nîvê vê Kanûnê de bang li hikumeta Iraqê kir ku bergiriyên rawestandina êrişên li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê ku Washington hildigire li ser Îranê, bigire.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Asper di heman demê de ji serokwezîrê Iraqê yê îstîfakirî Adil Abdulmehdî re metirsiya xwe der barê êrişên li dijî baregehên wan ên li Iraqê, anî ziman.

(fr)