Mijarên rojnameyên erebî – 28 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa veguhastina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re, aloziya Iraqê û destwerdanên dewleta Tirk ji Mexrib El-Erebî re, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 28 Kanûn
28 kanûn, 2019   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ÇETEYÊN SÛRÎ YÊN ALÎGIRÊ DEWLETA TIRK BI GERÊN ASÎMANÎ GIHIŞTIN TERABLUSÊ

Rojnameyên erebî yên vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir ku jê jî veguhastina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re û di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Înê, çavkaniyên siyasî û meydanî piştrast kir ku çekdarên sûrî yên bi piştevaniya dewleta Tirk gihiştin Terablusê da ku şer li rex milîsên hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sîrac li dijî artêşa Lîbyayê bisekinin."

Çavkaniyan ji rojnameyê re wiha da zanîn: "Bi giştî çekdarên sûrî yên di van du rojên borî de gihiştine Terablusê, nêzî hezarî bûn. Ew jî bi rêya gerên bi hevkariya şîrketên asîmanî yên Lîbya û Afrîkayê pêk hatin. Her wiha destnîşan kir ku gera asîmanî ya dawî ya şîrketa Afrîkayê li balafirgeha Miêtîqa bû û di ser xeta Mesrata re ji bo nixumandinê, derbas bû."

Çavkaniyan eşkere kir: "Heta niha 4 ger bi balafirên mezin pêk hatine, jê jî 2 ji xetên asîmanî yên Lîbyayê û 2 jî yên Afrîkayê ne.

ŞERQ EL-EWSET: HEVKARÊN ÎRANÊ HEMLEYA XWE LI DIJÎ SALIH ZÊDE KIRIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Istîfakirina Serokê Iraqê Berhem Salih aloziya erkdarkirina serokwezîrên nû li şûna Adil Ebdilmuhdî kûrtir kir, her wiha biloka Bînaa ya nêzî Îranê daxwaza darzandina Salih kirin."

Bînaa bang li parlementoyê kir ku tedbîrên pêwîst ên qanûnî derheqê serokkomar bigirin ku şaştî û binpêkirin di destûr de kir.

EKAZ: ERDOGAN PELAN TEVLIHEV DIKE Û MEXRIBÊ BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIBE

Der barê tevgerên Tirkiyê li Mexriba Erebî, rojnameya Ekaz wiha got: "Ji derketina serokkomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Tûnisê, şerê nevxweyî li hundirê Tûnisê de der barê helwesta li Lîbyayê pêk hat, Tûnisî di aliyê siyasî û civakî di rewşeke binektinê ne, ji ber destwerdana welatê wan li gorî siyasetên derdor li Lîbya, destwerdan divê li ser bingeha cîrantî û berjewendiya Lîbyayê be, ne li gorî berjewendiya Tirkiyê û aliyên derve be.

EL-EREB: ARTÊŞA LÎBYA JI BO ŞERÊ LI TAXÊN SEREKE LI TERABLÛSÊ XWE AMADE DIKE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Ekaz wiha got: "Ehmed El-Mismarî berdevkê artêşa Lîbyayê, duh got ku pêşketinên di seatên bê de dê sorpirîz be ji Lîbyayan re, hêzên taybet xwe amade dike da ku dest bi şerê li taxên sereke li Terablûsê bike.”

Mismarî ji çapemeniyê re wiha got: "Me herêmên stratejîk li ser rêya balafirgeha Terablûsê kontrol kir, em şerekî giran di pêvajoya dawî ji bo rizgarkirina wê dikin."

(fr-jo)