Li Helebê ji ber aloziya gazê û gendeliyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Hemwelatiyek sûrî ji bajarê Helebê ji ber ku bi saetan di dora balvkirina cereyên gazê de sekinî bi felca mejî ket. Şêniyên teqez dikin ku parên wan ji cereyên gazê di sûka reş de tên firotin.

Li Helebê ji ber aloziya gazê û gendeliyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Helebê ji ber aloziya gazê û gendeliyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
26 kanûn, 2019   15:29
HELEB

Li taxa Zibdiya ya bajarê Helebê di bin serweriya rejîma Sûriyê de ji ber aloziya gazê girseyeke qerebalex li ber navenda firtona gazê de di dorê de sekinîne.

Şêniyê bi navê Kemal El-Xatîb (45) ku bi saetên dirêj di doreya belavkirina cereyên gazê de disekine ji bo ku cereyê gazê bi dest bixe. Li ber çavên xwe dibîne çawa hinek kes beyî ku di doreyê de bisekinin ceryê gazê dibin.

Li gorî şahidan Kemal piştî saetan di sekinandina di dorê de, du şênî pev dikevin. Ji ber wê Kemal nikare cereyê gazê bi dest bixe. Ji ber ku vê bûyerê tehemûl nake bi felcê dikeve û yekser jiyana xwe ji dest dide.

Malperên girêdayî rejîma Sûriyê bûyera wefata şênî weke ku mirinek normal e belav kir. Lê şêniyan diyar kirin ku Kemal bi hêrs, aciz bû û ji ber ku ji tirsa girtinê nikare biaxive bi felcê ket û mir.  

Şêniyê (M.Ş) ji taxa Suryan a bajarê Helebê, got parên taxê ji cereyan 150 ye. Lê tenê nîvê wê tê belavkirin. Her wiha diyar kir ku ew nizanin miqdara din bi ku ve diçe.

M.Ş. wiha domand: "Edaletî tune ye. Em parên xwe bi dest naxin. Ew kesên kirêt me talan dikin. Li ber çav û guhên hikumetê û kesên xwedî biryar nîvê para taxê di sûka reş de difroşin ji bo ku pere bi dest bixin."

Ji ber ku hikumeta Sûriyê nikare pêdiviyên jiyanî yên rojane mîna gaz û sotemenî ji şêniyan re peyda bike û ji ber fesadiya di nav saziyên girêdayî Rejîma Sûriyê de belav bûye,  li parêzgehên Sûriyê rewşek tirajedîk heye.

(şx)

ANHA