Rêveberiya Jinan a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan a Şehbayê civînên salane lidar xistin

Rêveberiya Jinan a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwanê ya Şehbayê civînên xwe yên salane li dar xistin. Xebatên xwe nirxandin û plansaziya dema pêş diyar kir.

26 kanûn, 2019   16:16

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan jinên di nava sazî û yekitiyên kantonê de dixebitin û endamên saziyên sivîlên ên kantona Efrînê civîna xwe ya salane li navena Çand û Hunerê ya navçeya  Fafînê li dar xist.

Hola civînê bi alên Kongreya Star, YPJ û Yekitiya Jinên Azda û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Berdevka Yekitiya Jinên Azad Rîhab Cebo bi xêrhatina beşdaran kir, paşê li ser giyanê cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Rêveberiya Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Zerhra Kalo rapora salane ya yekitiyê xwendin.

Piştre ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif rewşa siyasî nirxnad. Hediya Yûsif got: "Em di pêvajoyeke dîrokî û pir zehmet de derbas dibin, lê ev pêvajo ji bo me gelekî girîng e. Em dikarin wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav bikin. Hêzên bi nakok li ser vê herêmê dewletên hegemonîk ên cîhanê ne. Li ser vê yekê hemû îhtîmalên der barê hevgirtinên ku dê werin guhertin mumkin in, pergalên hakim wê biçin û hinek din derketin, lê ev ji bo me girîng e, ya girîng ew e ku em têkoşîna xwe di her qadan de bilind bikin û hêza xwe bikin yek da ku di nava vê aloziya siyasî de destkeftiyan qezenc bikin."

Piştî pêşniyarên der barê pêşxistina xebatê de hatin xwendin. Ji wan, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingehê hemû çalakiyan e, ji bo pêşxistina asta jinan a pêngavên zanistê werin lidarxistin, têkoşîna li dijî rêgez û kevneşopiyên ku li pêşiya rizgarkirina jinan dibe asteng, pêşxistina aboriya jinan, li gorî pêwîstiyan avakirina komîteyên jinan, domandina xebatên perwerdeyê.

Civîn bi nirxandina kar û erêkirina pêşniyaran û danîne plansiyê bi dawî bû.

MiNBIC

Rêveberiya Jinan a Minbic û Gundewarê wê bi dirûşma "Bi berxwedana jinan destarê jiyanê digere" civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê bi beşdarbûna tevahî endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê hate lidarxistin.

Cihê civînê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, qurbaniyên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn, alên Meclisa Jinê hatin daliqandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî, bal kişand ser rola jinên Minbicê di avakirin û pêşxistina civakê de û got: "Jin bingeha civakê ye, ji ber divê rola xwe di civînê de xurttir bike."

Piştre cîgira Meclisa Rêveber Cemîla Ehmed rewşa siyasî nirxand û got: "9 sal in di ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû, şoreş bi rêxistinkirina jinan di aliyê leşkerî û siyasî de destpê kir.

Cemîla diyar kir ku di demên dawî de guhertin di hevsengiyên hêzên di herêmê de çêbûn, bi taybet piştî êrişên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di nava bêdengiya navdewletî de.

Cemîla diyar kir ku jinên Minbicê di nava hemû saziyan de cihê xwe girtin, xwe birêxistin kirin û welatê xwe parast.

Piştre senevîzyoneke li ser xebatên meclisa jinan ên sala 2019‘an hate pêşandan.

Rêvebera Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarê wê Hala El-Hesen rapora karê meclisê xwendin, der barê wê de nîqaş hatin kirin.

Piştre endama Meclisa Jinan Nadya Milhim pêşebiryarên ku di civînê de hatin vegotin, xwendin. Ji wan; rêxistinkirin û yekrêziya jinan di hemû qadan de leşkerî û civakî li hemberê êrişên derve, zêdekirina dewreyên perwerdeyê, aktîvkirina rola jinan di tevahî sazî û komîteya,.

Biryar ji aliyê beşdaran ve hate pejirandin.

Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

ANHA