Li Kendavê tedbîrên Rûsya, Çîn û Îranê

Çîn, Rûsya û Îran ji bo tedbîrên leşkerî yên deryayî yên hevbeş li Kendava Omanê ji roja înê ve xwe amade dikin, di demekê de ku nakokî li herêmê zêde bûye.

Li Kendavê tedbîrên Rûsya, Çîn û Îranê
26 kanûn, 2019   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê Ebo Fedil Şikarxî îdia kir perwerdeya wan a li Kendavê armanc dike ku ewlehiya bazirganiya navneteweyî li herêmê û şerê li dijî terorê xurt bike.

Şikarxî wiha got: "Perwerde dê istîqrara rewşa ewlehiyê bi cih bike."