Li Idlibê şerê dijwar

​​​​​​​Li gelek eniyên gundewarên Meret El-Nûman di navbera hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer derket.

Li Idlibê şerê dijwar
26 kanûn, 2019   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gelek eniyên gundewarên Meret El-Nûman di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şerên dijwar rû dan. Hêzên rejîma Sûriyê êrişî eniya El-Birnan, Ferwan û eniyên din ên derdora wê kir.

Di nava şer de topbaraneke dijwar di navbera her du aliyan de çêdibe. Her wiha agahî der barê kuştiyên ji her du aliyan de hene û balafirên rejîmê û Rûsyayê li ser asîmanê herêmê tune ne.

Piştî civîna li Moskovê di navbera şandeyên girêdayî Rûsya, Tirkiyê û rejîmê de aramiyek demkî çêbû. Li gorî çavdêran ku Tirkiyê hewl da ku şertên xwe bi rêya radestkirina rêya M5 ji hêzên rejîmê re hêsan bike û hêzên Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê rê bihêle.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji derdora rêya navdewletî vekişiyan û hêzên rejîmê li hêrêmê pêşve çûn û herêmên ku 3 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê lê hene, xistin bin serwiya xwe.

(bx)