Li Kobanê û Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin

Şêniyên kantona Kobanê û herêma Tebqayê sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê û yên di êrişên şaneyên DAIŞ`ê de şehîd bûne.

26 kanûn, 2019   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l8YEpGwSPYc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclîsa Malbatên Şehîdan li kantona Kobanê îro merasîma sersaxiya 7 şehîdên Yekîneyên Antîterorê ku li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn û di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcle bi rêxistin kir.

Navên şehîdan wiha ne: Ehmed Hecî (Dilovan), Mehmûd Ehemd (Kendal), Elî Berkel (Egîd), Mihemed Bekir (Gelhat), Nebû Hesen (Aram Can), Ehmed Bozan (Kerîm), Mihemed Bedirxan (Dilbirîn).

Konê sersaxiyê ku li goristanê hatibû vedan, bi wêneyên şehîdan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û yên Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xemilandin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Mele Xelîl El-Elî bi navê Komîteya Şêwirmendiyê ya Kongreya Îslama Demokratîk û endamê rêveberiya buroya Kobanê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fethî Şefqet axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha tekez kirin ku şehîdan di oxira parastina gel û axa xwe ji terorê û dagirkeran de, canê xwe feda kir. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Xwişka şehîd Egîd Firyaz Berkel jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştre beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/igJcrKaFGjE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Konê sersaxiyê li taxa El-Cahêz a li rojhilatê bajarê Tebqayê ye hate vedan. Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîd Osman Hebeş û Xalid Ehmed re xwest.

Di merasîma sersaxiyê de, hevserokê Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed Silêman û hevserokê Komîteya Şaredariyan Ibrahîm Mihemed axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyan re hate xwestin û îşaret bi fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina gelan û azadiya wan de hate kirin. Her wiha destnîşan kirin ku dê rêya avakirina civaka demokratîk dewam bikin û dagirkeriyê ji erdên Sûriyê derxin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23`yê Kanûnê de şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de û bi taybetî piştî êrişa Tirkiyê li herêmê aktîf bû, êrişî avahiya Gerînendetiya Bazirganiyê ya girêdayî Komîteya Aboriyê li bajarê Tebqayê kir. Di êrişê de Osman Hebeş û Xalêd Ehmed ku parastina avahiya dikirin, şehîd bûn.

(cx)

ANHA