Dijberiya Rûsyayê ya şermok li dijî destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê

Îro Rûsyayê der barê rewşa Lîbyayê de, metirsiya xwe anî ziman. Her wiha bi rengekî şermok nerazîbûna xwe li hemberî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di Lîbyayê de nîşan da û diyar kir ku destwerdana ji derve dê alîkariya dîtina çareseriyekê neke.

Dijberiya Rûsyayê ya şermok li dijî destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê
26 kanûn, 2019   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Rewşa Lîbyayê ji bo  her kesî û ji bo me jî metirsiyê ava dike." Her wiha destnîşan kir ku "Rûsya hewl dide ku çareseriyeke aştîyane di demeke herî nêzîk de bibîne û rijandina xwînê li wê derê rawestîne."

Têkildarî şandina dewleta Tirk ya hêzên xwe ji bo Lîbyayê, Peskov wiha got: "Bi baweriya me, her destwerdaneke dewletên din di rewşa Lîbyayê de dê alîkariyê nede hewldanên dîtina çareseriyekê."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro got li ser daxwaza hikumeta Wîfaq a bi serokatiya Fayiz Sîrac, dê welatê wî hêzên xwe bişîne Lîbyayê.

Ev gava Tirkiyê piştî du rojan ji diyalogên bi Rûsyayê re hat. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku der barê rewşa Lîbyayê de lihevhatin pêk hatiye. Her wiha tevgerên dewleta Tirk li Lîbyayê, hêrseke herêmî û navdewletî çêkir.

(cx)