Rûspiyên eşîrên Kurdî: Bersiva êrişên derve yekitî ye

Rûspiyên eşîrên Kurd gotin: "Koka dîrokî ya gelê Kurd nahêle dewleta Tirk kurdan wekî terorîst bi nav bike. Divê Kurd li tevahî cîhanê ji bo bersivdayîna êrişên Tirkiyê xebateke hevpar bimeşînin."

Rûspiyên eşîrên Kurdî: Bersiva êrişên derve yekitî ye
25 kanûn, 2019   06:01
KOBANÊ

Di demekê de ku li dijî gelê Kurd êriş têne kirin bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve,  hevdîtinên di navbera partiyan de ji bo yekrêziya Kurd û bangewaziyên gel ên ji bo yekitiyê didome.

Rûspiyê eşîrê "Kîtîkan" a Kurd li Kobanê Îzedîn Oskelî got: " Cara yekemîn e li herêmê hevgirtina pêkhateyên Sûriyê di bin banê projeyeke siyasî demokratîk de çêdibe, bi salane rêzgirtina ji cîrantiyê erka eşîrên herêmê ye. Lê dewlet Tirk ti rêz negirt, berojvajî wê komkujî pêk anîn, gelê Sûriyê koçber kir û xaka wan dagir kir."

Oskelî îşaret pê kir ku gelê Kurd ê Enqere wê wekî terorîst bi nav dike, dîrokê wê ji van tewanan û fikrê dewleta Tirk a "Qirêj" kurtir e û got, Kurd ne wekî berê ne, dikarin bi pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bersiva êrişên Tirkiyê bidin.

Izedîn Oslekî bang li partî û kesayetên kurd ên li derveyî welat kir ku asta xeteriya li dijî gelê Kurd nas bikin û got: "Li hişê xwe vegerin, diyalogên navxweyî aktîv bikin da ku hewldanên Tirkiyê yên ji raya giştî re yên der barê parçebûna kurdan derbas bikin." parçekirina kurdan."

Endamê Meclisa Rûspiyan û rûspiyê eşîra Bîşaltî ya li Kobanê Henîf Ismet got, "Ferqa ku encamên ji aliyê hevgirtina kurdan a bi hemû partiyên ve derketin û encamên ji parçebûna hêzên siyasî derkevin mezin e. Hevkariya kurdî helweta kurdî li hemberî êrişên derve bi hêztir dibe."

Henîf destnîşan kir ku pêwîst gelên herêmê ji hewldanên Tirkiyê yên derxistina fitneyê di navbera eşîrên Kurd û Ereb ên bi sedên salan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re diijîn de hişyar bin. Henîf Ismet got, projeya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan û rêveberiya xweser û hêzên leşkerî yên parastinê ji Tirkiyê re kabûseke.

ANHA