Mijarên rojnameyên erebî – 25 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser binketina lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê û her wiha jî behsa fermana Erdogan a veguhastina çeteyan li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 25 Kanûn
25 kanûn, 2019   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa mijarên nakokiyên Rûsya û Tirkiyê der barê Sûriyê de û ji wê zêdetir jî behsa aloziya Lubnan û Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSET: EL-MUELÊM; LIHEVKIRINA MOSKOV Û ENQEREYÊ DER HEQÊ IDLIBÊ DE BI BIN KET Û BIJARTEYA LEŞKERÎ ALTERNATÎF E

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir, jê jî nakokiyên Rûsya û Tirkiyê. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muelêm li paytexta Rûsyayê Moskovê daxuyaniyên balkêş dan ku tê de îşaret bi binketina lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê der barê Idlibê de kir û got êdî bijarteya leşkerî ya pêşniyarkirî alternatîf e. Her wiha jî "peymana Soçî" ya ku di Cotmeha borî de di navbera Enqere û Moskovê de der barê herêmên Bakurê Sûriyê de hatine îmzekirin, rexne kir ku texmînên destpêkirina diyaloga di navbera Şam û Enqereyê de kêm kirin û bê encam bûn."

Tevî ku El-Muelêm di axaftina xwe de îşaret bi daxwaza Sûriyê ya geşkirina heyîna şîrketên Rûsyayê û wergirtina li ser peymanan kir, lê belê dosyayên siyasî rexneyên tûj li dijî peymana Moskov û Enqereyê der barê avakirina herêma bêçek li Idlibê de kir. El-Muelêm wiha got: "Peymana ku di Îlona 2018’an de hatiye îmzekirin, bi sedema nepêkanîna dewleta Tirk a sozên xwe bi bin ket." El-Muelêm diyar kir ku "bijarteya leşkerî, alternatîf e" ku îşaret bi oparasyonên leşkerî yên ku niha li Idlibê dibin, kir.

El-Muelêm behsa peymaneke din kir ku her Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan li Soçiyê di Cotmeha borî de îmze kiriye. Ew jî piştî êrişên leşkerî yên Tirkiyê bû ku armanca wê peymanê rawestandina derbasbûna dewleta Tirk a xaka Sûriyê û sazkirina amadekariyan ji rewşa li Bakurê Sûriyê re, bû. El-Muelêm wiha got: "Ev peyman hê jî li dar e, lê belê peymana leşkerî garantiya bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk a ji xaka Sûriyê re, pêk neanî."

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muelêm bal kişand ser ku siyaseta dewleta Tirk li herêmê, li ser guhartina demografiyê ye û got Moskov û Tehranê tu garantî der barê hebûna dewleta Tirk a demkî de pêşkêş nekirin û wan tenê piştrastkirina li ser gotina Enqereyê ji hevalbendên xwe yên Rûsya û Îranê re pêşkêş kir."

El-Muelêm destnîşan kir ku guhartina demografî û navên kolanan û derbaskirina mînhacên xwendina tirkî, nîşaneyên ku dagirkirina Tirkiyê ne demkî ye.

EL-BEYAN: PARLAMENTOYA IRAQÊ DAXWAZÊN XWEPÊŞANDÊRAN ERÊ KIRIN Û QANÛNA HIBIJARTINAN DERXIST

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Bi serketina xwepêşandêrên li Iraqê re, parlemantoyê zagona hilbijartinên nû derxist, vê gavê kêfa siyasetmendarên Iraqê anî. Her wiha xwepêşandêran rê û daîreyên fermî li başûrê Iraqê girtin, ew yek ji bo nerazîbûna xwe ji hilbijartina serokwezîrê berê re ye."

ŞERQ EL-EWSET: HERÎRÎ BERAMBERÎ SOZÊ YE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha da zanîn: "Serokê hikumeta Lubnanê yê istîfakirî Seid Herîrî duh merheleya "daxuyaniyên vekirî" bi serok Mîşêl Un re ragihand, taybet bi zavayê Mîşêl Un wezîrê derve Cibran Basîl re ku gotiye piştî îro hevkariyê bi Herîrî re nake...heke xwe rast nekir."

EL-EYN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ BER BI HUNDIRÊ TERABLUSÊ VE DIÇE Û ÊRIŞÊN ÇEKDARAN TÊK DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de, rojnameya El-Eyn wiha got: "Şahidan got artêşa Lîbyayê êrişa çekdarên El-Sîrac a li nêzî depoyên petrolê li başûrê Terablusê, têk bir.”

Rojnameya El-Eyn ji çavkaniyên li Terablusê ragihand ku artêşa Lîbyayê êrişeke giran li ser rêya balafirgehê ya ber bi taxa Ebû Selîm a li naverasta paytextê Terablusê ve diçe, pêk anî, di encamê de depoya gazê ya li ser rêya balafirgehê kontrol kir û gihaşt derdora cihên petrolê, her wiha artêşa Lîbyayê 4 alavên li dijî balafiran bi cureya MT 14,5 û alaveke bombebarkirî desteser kirin.

EL-BEYAN: ERDOGAN FERMAN DA KU TERORÎSTAN JI SÛRIYÊ BIŞÎNE LÎBYAYÊ

Her wiha rojnameya El-Beyan ji pisporekî di rêveberiya aloziyan û şeran de Dr. Ekrem El-Şelî ragihand ku piştî rizgarkirina artêşa Sûriyê cihên herî mezin ên terorîstan, niha serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan fermana operasyona komkirina terorîstan dide da ku wan û malbatên wan bişîne Lîbyayê. Her wiha dê komên din tevî malbatên wan bi cih bike.

(fr-jo)