Siyasetmedarekî Kurd: Divê lêvegereke kurdî were avakirin

Siyasetmedar Şikrî Hemo got: "Nêrîna şaş a hin partiyên siyasî sedema ne lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye. Divê tevahî partî berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng bidin aliyekî û lêvegereke Kurdî ava bikin."

Siyasetmedarekî Kurd: Divê lêvegereke kurdî were avakirin
24 kanûn, 2019   06:59
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN

Yekîtiya kurdî ji piştî însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD, her wiha însyatîfa Rêveberiya Xweseriya Xweser a ji bo partiyên ENKS‘ê ve di rojevê de ye.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo ji ANHA‘yê re axivî. Şikrî Hemo piştgiriya xwe bi însyatîfên yekîtiya kurdî re anî ziman û got, di vê pêvajoya nazik de ku gelê Kurd tê re derbas dibe divê Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin.

Hemo ev li axaftina xwe zêde kir:" Yekitiya refa kurdî û parastina gelê ji xeterî û êrişan gerek e ji ber ku dijminê gelê Kurd li dijî me dibin yek."

Hemo bal kişand ku nêrîna şaş a hin partiyan sedema ne lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye û got: "Divê tevahî partî civakê bi rêxistin bikin û xizmeta gelê xwe bikin mîna partiyên ku roleke mezin di avakirina Rêveberiya Xweser a Rojava de list."

Şikrî Hemo destnîşan kir ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryarên ku derxist pêk neanîn, ji wan biryaran hemû partî ji blokên opozisyonê derkevin ji ber ku îtîrafê bi mafên gelê Kurd dikin û got: "Partiyên di bin sîwana ENKS‘ê de tevdigerin li gorî vê biryarê tenegeriya û tev li refên îtîlafê bûn, lê belê partiyê ku di Heyet El-Tensîq de bûn endamtiya xwe cemidandin."

Hemo di nava gotinên xwe de bang li partiyên kurdî kir ku berjewendiyên kesayetî û yên partiyetî yên teng bidin aliyekî û li ser maseyekê rûnên û lêvegera hevbeş a kurdî ava bikin û got: "Di vê pêvajoya zehmet û nazik de divê bi lez Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dark eve û xîtaba Kurdî bibe yek."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo   wiha dawî li axaftina xwe anî: " Gelê Kurd naxwaze nakokiyên di navbera aliyên siyasî de pêk , lê banga yekîtiya xîtaba siyasî ye ku karibe rê li ber êrişên li ser tevahî Kurdistanê bigire."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3knhdgAmymo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>